Ciwanê 17 salî dawî li jiyana xwe anî

Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:30

OSMAN ÇAKIR

Ciwanê bi navê Mustafa Baqî yê ji Kobanê, li bajaraê Gîessen ê Elmanyayê ji ber sedemeke nayê zanîn dawî li jiyana xwe anî.

Mustafa Baqî sala 2023’an ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, koçberî Elmanyayê kir. Li bajarê Gîessen ê eyaleta Hessenê li kampeke penaberan hate bicîh kirin. Şertên zehmet ên li vir, pirsgirêkên jiyanî, zextên psîkolojîk hişt ku Mustafa ji jiyanê qut bibe.

Xwekuştina Mustafa Baqî yê 17 salî hem malbata wî hem jî xelkê Kurd ê li Elmanyayê jiyan dikin, gelekî xemgîn kir.

Cenazeyê Mustafa bi hewldana Navenda Civaka Kurd a Demokratîn a Gîessen û Fona Cenazeyan a Mezopotamyayê, ji ser deriyê sînor ê Sêmalka ber bi Kobanê bê birêkirin, derkete rê. Bi sedan kes ji bajarê Gîessen û bajarên derdor tevlî merasîma cenaze bûn û kêliyên hestiyar hate jiyan kirin.

Di merasimê de Hevserokê DEM-NAVEND’ê Şerîf Narman û Berdevkê Fona Cenaze yê Mezopotamya Selîm Alp axivîn bal kişandin ser jiyana koçberiyê ya gelê Kurd, tenêbûna ku ciwanên Kurd rû bi rû dimînin û girîngiya piştgiriyê û gotin:’’Ti rêyeke din a piştigiriyê li pêş me nîne. Mixabin gelek ciwanên me li van welatan ku bi hêviyên mezin tên, rû bi rûyê gelek pirsgirêkan dibin. Weke civak divê em wan bi tenê nehêlin, êşên xwe bi hev re çareser bikin.’’

Wefata Mustafa, careke din zêdebûna pirsgirêkên derûnî ku di nava ciwanên Kurd ên koçberî Ewrûpayê bûne nîşan dide. Ew lidervemayîna ciwanên koçber, aloziya nasnameyê, astengiyên ziman û metirsiyên paşerojê, rê li ber trajediyên wiha vedike. Pispor balê dikişînin ser kêmbûna mekanîzmayên derûnî yên ji bo ciwanên penaber. Ev bûyera bi êş, di heman demê de nîşan dide ku divê saziyên Kurd ên li Ewrûpayê bikevine nava tevgerê. Divê hemû sazî ji bo pêşî li vê tenêbûna ciwanan bigre, projeyên piştgiriyê pêş bixin û xebatên ku piştgiriya civakî xurt bikin pêk bînin. 

Çîroka Mustafa careke din bandora hilweşîner a şer, koçberî û surgunê ya li ser zarok û ciwanan nîşan dide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.