Halît Oral: Navê berxwedanê

Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:25

Halît Oral ku li ser xeta fedaî ya Şehîd Zîlan meşiya, jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd, 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.

Têkoşînên azadiyê bi wêrekî û fedakariyê rê li ber dîrokê dixin. Mîrateya Zîlan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû meşaleyek. Halît Oral da ser şopa vê xetê. Di sala 1971'ê de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1998'an li Girtîgeha Mereşê bi çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ev agir dada. Halît Oral ku bi dilsoziya bi Rêber Apo re bedena xwe da ber agir, ji Zapê heta bi Rojava ruhê azadiyê bilind kir, li ber mêtingeriyê rabû û bû yek ji sembolên nemir ên berxwedanê.

Halît Oral sala 1971'ê li navçeya Omerlî ya Mêrdînê, li nava malbateke bi taybetmendiyên feodal, xizan, lê welatparêz ji dayik bû. Ji ber zextên mêtingeriya dewleta Tirk sala 1978'an li gel malbata xwe koçî Çûkûrovayê, Skenderûnê kir. Hesreta wî ya ji bo ax û çiyayên Kurdistanê di dilê wî de timî zindî bû. Jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd û 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'. Halît Oral li Skenderûnê li dibistanên mêtingeriyê dest bi xwendina dibistana seretayî kir, lê belê ji ber zor û zehmetiyên aboriyê û nqebûlkirina dibistanê di pola destpêkê de dest jê berda. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike di karên cuda de xebitî, lê belê ti karî dilê wî rehet nekir.

Di nameya xwe de ya ku ji bo Rêber Apo nivîsî bû anîbû ziman ku ti ji wan dilê wî rehet nekiriye û gotibû, "Malbata min demeke dirêj partî nas dikir jî bi taybetî bi vî rengî bandor li min kiribû; ji ber ku di temenê biçûk de ji welêt cihê bûm, ji ber bandora giran a çand û jiyana metropolan, kesayetiya min li gorî vê yekê ava bû. Bi bandora çanda çewt û pirsgirêkên madî nizanîbû ku çi bikim, min jiyan tenê weke îtibarek li nava civakê, bilindbûn û bûyîna xwedî hêzekê didît. Li ser vê yekê lêgerînên min hebûn. Kesayetiya min a asîmîlekirî, dema ku hîn bêhtir ji rastiya gel û welat re bû xerîb, kete nava pratîkeke li gorî jiyana pergalê ya ku dijmin li ser civakê ferz dikir. Bi bandora derdora civakî ya çewt bala min çû ser ciwantiya têkçûyî. Li şûna hezkirina netewe, gel û welêt ez bi têgihiştina parastina malbatê radibûm, li şûna giştî min berjewendiyên şexsî ji xwe re dikir esas û jiyana xwe li ser vê yekê ava dikir. Di nava pergalê de di pîşeyê ku lê dixebitîm, zû aciz dibûm."

Sala 1992'an tevlî nava karên eniyê bû û bi vî rengî ber bi refên PKK'ê ve gav avêt. Nikarîbû xwe li têkoşînê rabigire; dixwest her wezîfeyê bê kêmasî bi cih bîne. Bi biryardariya serxistina karê xwe, li nava derdora xwe bû cihê baweriyê. 

Sala 1998'an dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî destpê kir, Halît Oral li cihê xwe nesekinî. Gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê planek li dijî Rêber Apo bû. Di civînan de got, "Ev yek ne tenê li hemberî Sûriyeyê ye, êrîşek li hemberî Rêbertî ye' û bal kişand ser aliyê vê xeteriyê. Hevdîtinên Barzanî û Talabanî yên li DYE û Enqereyê weke parçeyek ji komployê dît. Got, 'Divê tiştek bê kirin'.

Biryar da ku li hemberî komploya li ser Rêber Apo bendeke ji agir ava bike. Çalakiya xwe bi hesasiyet plan kir, bêyî ku kes pê bihese amadekariyên xwe temam kir. Du kevir xist nava çakmakê xwe û hemû detayên biçûk  hesab kir. Şeva 8'ê Cotmehê bi 9'ê Cotmehê ve girê dida, saet di 03:00 de li Girtîgeha Mereşê çalakiya xwe pêk anî. Ji berxwedana li Koxûşa 35'an a Mazlûm Dogan sûd wergirt. Bi bêdengî vegeriya hucreya xwe, kincên ji naylon li xwe kir, derî bi ben girê da. Bîdona kolonyayê rahişt û bedena xwe da ber agir.

Halît Oral fermandarek bû di dilê dîrok û paşerojê de. Milîtanê rojê, pêşengê benda ji agir bû, di nava têkoşîna azadiyê de nemir bû. Agirê Halît Oral li her bihosta Kurdistanê hîn jî dişewite.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.