Berdêl aştî û civaka demokatîk e

Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:40

  • Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hate berdan, Akay diyar kir ku girtiyên nexweş bêyî sererastkirieke hiqûqî divê bên berdan û got:“Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”

Soydan Akay, dema di girtîgehê de bû qeyrana dil derbas kiribû û di lîsteya girtiyên nexweş de bû, piştî 32 salan di 13’ê Gulanê de ji Girtîgeha Marmarayê hate berdan. Soydan, sala 1971’ê de li gundê Îskender ê navçeya Varto ya Mûşê ji dayik bûye û ev demeke dirêj e di nava tevgera siyasî ya Kurd de çalak e, di sala 1993’ê de li Îzmîrê di operasyonê de tê binçavkirin û cezaya muebbetê werdigre. Akay di nava salan de li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş û Stenbolê de dimîne. Akay, ji sala 2018’an vir ve li Girtîgeha Silîvrî bi serê xwe li hucreyê dima, di vê deme de nexweşiyên wek penceşêra protastê, romatoîd artrît, hebatît B, hipertansiyon û nexweşiya dil re têdikoşiya.  Akay, di Adara 2025’an de 7 caran rakirin nexweşxaneyê û di Nîsana 2025’an de qeyrana dil derbas kir. Akay, di sala 2023’an tevî wergirtina mafê tehliyeya wî ya bişert hebû, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve berdana wî 4 caran hate astengkiri. Soydan Akay, têkoşîna xwe ya li girtîgehan vegot.

Ez bi Rêbertiyê re mam 

Akay diyar dike ku heta salên 1990’î der barê rastiya Kurd de tu fikreke min nebû û di 12’ê Îlonê de di encama serpêhatiyên Girtîgeha Amedê lê bandor kiriye û beşdarê tevgerê bûye û dibêje:“Min di sala 1991’ê de rastiya Kurd û têkoşîna Kurd nas kir. Nexasim wehşeta li Girtîgeha Amedê de  li min pir bandor kir. Çawa min lîse xilas kir ez beşdarê tevgera azadiyê bûm. Di heman wextê de ez derbasî Sûriyeyê bûm û demeke kin bi Rêbertiyê re mam. Piştre ez vegeriyam Îzmîrê û di sala 1993’an de li Îzmîrê hatim girtin. Ez li Girtîgeha Aydin Tîpa E’yê û li Girtîgeha Nazillî mam. Piştre ez sirgûnê Sêrt û Amedê bûm, li Amedê ez 10 salan mam.” Akay rave dike ku di sala 2016’an de sirgûnê Girtîgeha Sîlîvrî bûye û got:“8 sal her tim hevdîtina min a bi parêzer tevî kamerayê bû, van kiryarana heta roja ez derketim domand. ”

Girtîgeh qada têkoşînê ne

Akay, destnîşan dike ku piştî 32 salan derketina ji zindanê pê re hestên cuda çêbûye û got:“Wexta ez derketim min hest kir ku ez qet li girtîgehê nema me û ji girtîgehê derneketime. Wek ez duh ketibimê. Ango 30 sal ji bo min wek rojekî ye. Ez 19 saliya xwe de ketim girtîgehê ew roj ruhê min çi be piştî 32 salan min heman hest hîs kir. Bi rastî, wek em duh hatibin. Lêkolîn, vekolandin û hilberîn têkoşîn bi xwe ye. Ez ji qadeke têkoşînê derbasî yeka dîtir bûm, ez dikarim bibêjim ku min ev hest kir. Min weke girtiyeke azadiyê tu caran edebiyata mexdûriyê û ya mezlûmiyê nekir. Min hewl da ku ez jiyaneke watedar bijîm. Ji ver vê yekê min tu car xwe weke girtiyeke nexweş nedît.” Akay, diyar dike ku motîvasyona berxwedan û têkoşîna li girtîgehan ji vê gotina Rêber APO ya di Kongreya Damezirandinê tê:“Çi di mercên giran ên tundiyê û çi di yên êşkencê de ya ku tu dijî jiyan bi xwe ye. Girtina me jiyan bi xwe ye. Li cihê ku tecrîda li ser Rêber Apo hebe min tu carî mercên xwe weke tecrîd nedîtî. Ger ez bibêjim ez di tecrîdê de me wê wextê ev nefamkirina rewşa Rêber Apo ye. Ev nêzikatiya min a felsefî ye.”

Rêber APO pêvajoyê birêve dibe 

Akay, destnîşan kir ku “Banka Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO girîng e û got:“Rêber Apo, di sala 1999’an de di paraznameyên xwe de paradigma ya siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk bipêş xist û bal kişand ser ku pêdivî bi berdana çekan heye. Rewşa Rojhilata Navîn û ya Tirkiyeyê destûr neda vê yekê. Li gel vê gavê, şoreşeke mezin a hişmendiyê jî pêktîne. Rêber Apo, bi gavên stratejik mohra xwe li dîrokê dixe. Ev bang di heman demê de şanenava me ye. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin û rêvedibe Rêber Apo ye. Dewlet bi vê pêvajoyê ve da qanikirin. Têkiliyên Kurd-Tirk ji nû ve ji 1920’an girt û li gorî roja me şîrove kir, li ser esasê stratejik ji nû ve ava kir. Ev li hemû Rojhilata Navîn bandor dike. Ew ê ji nû ve têkliya jin û mêr, têkliya civak û xwezayê û têkiliya di navbera gelan saz bike. Ev gava stratejîk em bi xwe diavêjin, ji bo gavavêtinê me ji kesekî teminat negirtî.” Akay, diyar kir ku divê mercên azad bene afirandin ji bo Rêber APO awayekî azad bixebite û got:“Em dizanin ku pirsgirêka civakî bi çekan ve çareser nabe. Dewletê êdî ev rastî dît. Ger bê gotin ku di vê pêvajoyê de wê her tişt bi rêk û pêk be ev ne rast be. Lê di serî de beyî sererastkirina hiqûqî divê girtiyên nexweş û yên siyasî serbest bên berdan. Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.