Sûriye divê guhdarî Kurdan bike
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:30
Hevseroka Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad têkildarî encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya ku 26`ê Nîsanê hate lidarixistin axivî. Zeyneb Murad Konferans li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û da zanîn ku ew serkeftineke mezin e, ji bo gelê Kurd giştî û ji bo Rojavayê Kurdistanê pêngaveke dîrokî ye. Ew ê ev konferans ji bo paşeroja Sûriyeyê û misogerkirina mafê Kurdan destkeftiyên mezin bi xwe re bîne û got:“Wê hêzeke pir mezin da gel û aliyên siyasî li Kurdistanê û derveyî welat, heta civaka navneteweyî ev mijar bi baldarî şopandin.” Zeyneb Murad destnîşan kir ku piştî damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niha qonaxeke nû li herêmê çêbûye û ew jî dikare bibe mijareke erênî ji bo paşeroja Sûriyeyê.
Bangê bandoreke mezin kir
Zeyneb Murad da zanîn ku ji ber pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye, konferansa yekrêziyê bandora xwe li ser sê aliyên din ên Kurdistanê jî dike û çareserkirina pirsê li parçeyekî wê bandora xwe hebe ji bo parçeyên din û got:“Me dît piştî peyama “Aştî û Civaka Demokratîk” a rêzdar Abdullah Ocalan çawa bandora xwe kir, wê konferans jî bandora xwe bike. Lewra em dikarin bibêjin wê ev konferans bibe pêngava esasî ji bo pêkanîna konferansên neteweyî li Kurdistanê bi giştî.” Zeyneb Murad bal kişand ser qonaxa pêkanîna biryarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwest Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku di serî de aliyên siyasî, civakî û hemû pêkhateyên civakê de, erk û birpirsyartiya her kesî ye. Ev erk ne tenê yê xelkê Rojava ye yê hemû Kurdên li Kurdistanê ye, dikarin ser asta dîplomasî û navneteweyî de hêz û piştgiriyê bibin encamê konferansê.
Kurd garantor in
Zeyneb Murad destnîşan kir ku wan dît piştî rûxandina rejîma Baasê û hatina rêveberiyeke din, ew rêveberî bi konferansekê destûreke demkî derxistin. Ev gav bi yekrengî hate çêkirin, nerazîbûneke mezin di nava civaka Sûriyeyê û derveyî wê jî derxist û got:“Rêveberiya li Sûriyeyê mecbûre guhdariya deng û helwesta Kurd bi taybet bike, ji ber Kurd garantoreke ji bo serkeftina vê pêvajoyê. Kurd xwedî tecrube û projeya çareseriyê ne, ev proje dê bibe sedemeke ku gelek pêkhateyên din xwe bi wan ve girêdane. Wê demê rêveberiya li Sûriyeyê êdî nikare di dema pêş de guhdar neke.”
ANHA/SÎMA BIROKÊ