Divê Kurd hêza xwe bikin yek

Duşem 26 Gulan 2025 - 03:50

  • Li Kongreya 23'emîn a KNK'ê deklarasyona hevpar hate xwendin. KNK'ê bang li hêzên Kurdan hemûyan kir û got:"Werin em bi konferansa neteweyî hêza xwe bikin yek!"

Kongreya 23'emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên serbixwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê pêk hat. Deklarasyona hevpar ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate xwendin. Deklarasyona hevpar bi vî rengî ye:"Civata Giştî ya 23’an a KNKê di demekî wisa da kom bû ku li herêma Rojhilata Navîn bûyerên mezin diqewimin, şereke dijwar li seranserê herêmê berdewame û hingî diçe ev şer germtir dibe. Ev demeke li girava Îmraliyê di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan de Birêz Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bangek kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. 12’ê Gulanê jî encamên kongreyê bi daxuyanek ji raya giştî re hat eşkerekirin. Hem banga Birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di raya giştî ya Kurd û cîhanê da dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cihanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazîkirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dan pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî nêzîkbûna xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. 

Em piştgirî didin biryarên PKK’ê

Civata Giştî ya 23’yan a KNK’ê, pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, bi erênî dibîne û piştgirî dide. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihê encamekî baş, em ê jî weke KNK’ê ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Pêvajoyek girînge û eger pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike. Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşiyaye. Hikûmetê heta niha gavên şênber ne avêtine, peyamên wa ne zelal in û zimanê ragihandina wan jî ne zimanê aştiyê ye. Li aliyê din heta niha jî operasyonên leşkerî berdewam in, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî tên bikar anîn. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.

Li ser vê bingehê: Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzîkî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin. Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoşin. Di serî de em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cihanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê pêk bînin. Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, gok êdî di seha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestînin, rojekî zûtir vê pirsgirêkê bêxin rojeva Meclîsê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.

Îran ber bi şoreşeke nû diçe

Şerê li herêma Rojhilata Navîn, herî zêde bandora xwe li Îranê dike. Hêzên girêdayî Îranê hemû têne hedefgirtin. Di esasê de hedefa sereke Îran e. Ev şer berdewame û wê guhertinên mezintir bi xwe re bîne. Rejîma Îranê çi bike bila bike, êdî nikare pêşiya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe. Ji ber vê ne tenê hêzên Rojhilata Kurdistanê, hemû hêzên Kurdistanê divê di nava amadebaşiyê de bin û ji guhertinan re amde bin. Li ser vê bingehê civîn, serhildana di pêşengiya jinan de ku li Rojhilata Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû, helwestek rewa û pîroz dibîne û silav dike û li seranserê Îranê piştgiriya têkoşîna zadiyê dike.

Yekrêzî nebe destketî têk diçin

Îraq niha di krîzeke mezin de ye û gelek hêzên derve jî ji bo sûdwergirtina ji vê rewşê destwerdana Iraqê dikin. Li hin deveran maddeya 140’an ku pêvajoya Erebkirinê ye li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û li gelek deveran dest danîne ser zeviyên cotyaran û hewl tê dayîn Kurdan ji van deveran derînin. Ev bêhtirî 7 meh in li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin. Di mehên payîzê de hilbijartinên Iraqê jî pêk tên. Di pêvajoyek bi vî rengî de yekrêziya nav mala Kurd gelek girîng e. Eger em weke Kurd yekrêzî nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Di heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin.

Divê Kurd hişyar bin

Ev şeş meh in li Sûriyeyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têk çûye û hêzên selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmiyeta wan li ser temamê xaka Sûriyeyê nîne. Pirs û pirsgirêkên Sûriya yê zêde ne. Her çendî bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriye yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hê nehatiye çareserkirin. Li hember bawermendên Elewî komkujî pêk hatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durziyan dê dubare bibin. Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperestiya Erebî sîstemeke Îslamî ava bikin. Bîr û hizrên wan ji pîvanên demokratîk dûr in. Jin û mafên jinan di rojeva wan de nîne. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Eger Suriyeyek demokratîk ava nebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Suriye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêde bikin. Li Rojavayê Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêk hatî gavek erênî û serketî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.

Em konferansa neteweyî kom bikin

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel xetereyan derfetên baş jî hene eger em bikar bînin. Dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê aramî zêde ye. Rewşa Sûriyeyê, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî ser hev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertineke mezin ve diçe. Tirkiye, her çend xwe xurt dibîne û derfetên weke şerê Ukrayna – Rusya û nakokiyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û siberoja wê jî nediyar e. Kurdistan û hêzên dagirkerê Kurdistanê her yek bi awayekî di nava vî şerî de ne. Herêm weke berê namîne û statûko diguhere. Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin, em ê bikarin statuyek mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemû gelê me li çar aliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin. Di vê serdema hesas de bi dilxweşî em dibînin di nav hemû hêzên Kurdistanî de diyalog heye, em hêvî dikin ev diyalog bibe bingeha hevkariyek xurt û yekîtiya neteweyî. Ji bo em rojekî zûtir bigihên vê qonaxa pîroz, Civata Giştî ya KNK’ê, careke din bang li hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku em konferansekî neteweyî kom bikin û hêzên xwe bikin yek."

Karamûs û Murad dîsa hevserok in

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Kongreya 23'emîn a KNK'ê de hilbijartinên Hevserokên KNK'ê û endamên Konseya Rêveber a KNK'ê hatin kirin. Li gorî rêziknameya navxweyî dema wezîfeyê ya hevserokan bi 2 serdeman hatiye diyarkirin. Li gel vê yekê bi îmzeya hin delegeyan pêşniyarek pêşkêşî dîwanê hate kirin ku hevserokên heyî karibin demeke din wezîfeyê bikin. Pêşniyar ji aliyê dîwanê ve pêşkêşî dengdana delegeyan hate kirin û bi yekdengî hate qebûlkirin. Di encamê de jî biryar hate dayin ku hevserok demeke din jî wezîfeya xwe dewam bikin. Her wiha li gorî rêziknameya navxweyî hejmara endamên Konseya Rêveber 19 kes e. Ji ber zêdebûna qadên kar ên KNK'ê pêşniyar hate kirin ku hejmara endamên Konseya Rêveber bibe 23 kes. Ev pêşniyar jî bi yekdengî hate qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.