KNK’ê ji bo yekîtiyê bang kir
Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:20
KNK’ê têkildarî şerê di navbera Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da û banga yekîtiya gelê kurd kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî şerê di navbera Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da.
KNK’ê ku derbarê şerê Îsraîl-Îranê de daxuyaniyek nivîskî parve kir û got; “Her çiqas em teref nebin jî, lê ev şer me ji nêzîk ve eleqedar dike û bandoreke mezin li ser gel û welatê me dike. Bi vê munasebetê, di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê, em bang li hemî hêz, partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî dikin ku alîkariya xebatên me yên yekrêzya nav mala Kurd bikin û zûtirin demê de werin gel hev û li ser stratejîyek hevbeş bi tevbigerin.”
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
Di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê, peyre jî hemî hêzên Kurdistanî, divê vê demê tevbigerin û yekîtîya xwe xurttir bikin. Em weke KNK, ji bo yekrêziya nav mala Kurd weke herdemî di nava liv û tevgerê de ne. Em ê vê liv û tevgera xwe xurttir bikin. Bi taybetî ku niha Rojhilata Kurdistanê di rojevê de ye, em ê jî bala xwe zêdetir bidin li ser vî parçeyê welatê xwe. Ji xwe eve demeke em di nava partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê de, ji bo avakirina platformekî hevbeş kar dikin. Ev karê me berdewam e. Di vî warî da em ê van rojan zêdetir diyalogê bi pêş bixin.”
NAVENDA NÛÇEYAN