Pêş kongreya neteweyî vedibe
Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:25
Endamê berê ya Parlementoya Iraqê siyasetmedarê Kurd Muhsîn Osman pêvajoya guhertina li Rojhilata Navîn tê jiyandin nirxand û got, biryara têkoşîna çekdarî bidawîkirinê ya PKK’ê tenê ji aliyê rêxistinî ve ne, ji bo pêşeroja siyaseta gelê Kurd jî xwedî girîngiyek dîrokî dihewîne. Osman anî ziman ku biryar bi baş xwendina dînamîkên pergalê kurevî û denklemên herêmî re hatiye girtin û got:“Li Rojhilata Navîn ev projeya derketiye holê îro destpê nekir. Di dema kurê Bush de teşe girt. Di çarçoveya vê projeyê de gelek welat guhertin jiyan kir û wê bijî jî. Nexşeya siyasî ya herêmê ji nû ve tê xêzkirin. Guhertinên ku li Iraq, Lubnan, Afganîstan û Surîyê tê dîtin perçeyeke vê ye. Niha êşa vê guhertinê tê jiyîn. Îro şer bi rêbazên hîn nerm, bi zextên aboriyê û ambargoyên tîcarî ve tê meşandin. Ji hêzên çekdarî re raste rast ne, bi riyên cuda tê mudaxile kirin. Ji ber vê li Rojhilata Navîn rêberê pêkhateyên çekdarî hatin tesfiyekirin. Di vê pêvajoyê de biryara têkoşîna çekdarî bidawîkirina PKK’ê stratejik e û gelek girîng e. Merasîma sembolik a çek şewitandinê tene ne gavekî ye: wek polîtîk jî gelek tişt îfade dike. Welatên Ewrûpa û hin welatên din jî piştgiriyek vekirî didin Kurdan. Li milê din jî hîna jî PKK’ê di lîsteya terorê de digirtin. Niha siyasetekê ku vê rewşa bi nakok ji holê rake danîn holê û ev îşaretê pêvajoyekî nû dike. Êdî hemû cihan dibîne ku Kurd ne aşiqî çekan e. Kurd tenê ji bo hebûna xwe biparêzin çek rakirin.”
Divê Kurd dîplomasiyê pêş bixin
Osman destnîşan kir ku guhertinên li Rojhilata Navîn tên jiyîn û guhertinên herêmî yên ku werin jiyîn tenê bi Kurdan ve bisînor nîne û got:“Niha Îslama siyasî û radîkal tenê bi Tirkiyê re navendî ye. Heger Tirkiyê vê guhertinê ferq neke, bixwe jî wê bibe hedef. Bi taybet daxuyaniyên Bahçelî nîşan dide ku eqlê dewleta Tirk ferqa vê guhertinê de ye. Gotina Bahçelî ya ‘Tirk û Kurd bira ne’ nîşan dide ku gelek tişt guherîne. Ev ê tenê polîtîkayên hûndirîn re ne, yên herêmî re jî bandor bike.”
Osman anî ziman ku li Rojhilata Navîn girêdayî êşa guhertinê li çar perçeyê Kurdistanê li hemberî Kurdan dibe ku nerazîbûn jî hebin û got:“Bi taybet li Başûrê Kurdistanê qeyranê maaşê û pirsgirêkên din ên aboriyê di esasê xwe de ne hiqûqî ne, pirsgirêkekê siyasî ye. Pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê re Tirkiyê bandor dike. Lewre Tirkiyê jî tê de hin dewlet naxwazin Başûr bi îstîkrar be. Armanca wan Kurdan civakeke ku xwe rêvedibe neye dîtîn e. Li milê din modela ku li Rojava derketiye holê di vir de pir girîng e û wek alternatîfek watedar derdikeve holê. Li wir Alewî, Erebên seküler, Durzî jî tê de gelek bawerî û gel tê temsîl kirin. Îro gelek alî, ji Kurdan alîkarî û parastin dixwaze. Ev jî rola Kurdan a herêmê pênase dike.”
Muhsîn Osman anî ziman ku biryara PKK’ê ya dawîkirina têkoşîna çekdarî tenê pêvajoyekî rêxistinî nîne û van tespîtan kir:“Birêz Ocalan beriya vê biryarê pêkhateyên Kurdên derve û li nav welat re name şand, nêrîna wan girt. Ev biryarekî hevpar e. Tenê biryara Qendîlê nîne, bi hevpariya hemû dînamîkê Kurdan hate girtin. Ev biryar di heman deme de çawaniyeke kongreya netewî dihewîne. Ev mutabaqata Kurdan a netewî ye. Dîplomasî, bi îradeya hevpar û yekîtî re gihîşt zemîneke xurt. Têkoşîna çekdarî çiqas dirêj bibe jî, dawî wê bibe lihevhatin û diyalog. Divê diasporaya Kurd û dîplomasiya Kurd xurt bibe. Gelên Ermen û Cihû çawa li ser diaspora bûn dewlet, Kurd jî di nav yekîtî de dikarin vê riyê bimeşin. Jixwe îradeya vî gelî li qadên Newrozê aşkere hate dîtîn. Divê kirdeyên siyasî guh bidin vê îradeyê. Wê pêşeroj bi rûhê vî gelî têşe bigire.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN