Zordariya li Îranê ya 2025’an

Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:20

Di sala 2025'an de li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê binpêkirinên li hemberî jinan  zilma bi rêk û pêk a dewleta Îranê raxistin pêş çavan. Li gorî raporên 2025'an ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî van qanûnan jin û zarokên keç gelekî êşandin, di asta êşkenceyê de kiryarên xerab li wan kir. Mînak;

Adara 2025'an li bajarê Kirmanşa yê Îranê Aysû Rahîmî ya heft salî ji ber ku di dema çûyîna dibistanê de nexwest serê xwe binixumîne, rêveberiya girtîgehê ew ceza kir. Hefteyekê nehiştin Aysû Rahîmî biçe dibistanê û ji malbata wê re nivîseke hişyariyê 'ji bo perwerdeya exlaqî ya zarok' hate şandin.

Dayika Aysû Rahîmî Şîlan Rahîmî bi hinceta ku ev rewş rexne kiriye di 15'ê Adara 2025'an de bi sûcdariya 'propaganda li dijî rejîmê kiriye' hate binçavkirin. Di dema binçavkirinê de zexta psîkolojîk lê hate kirin û zext lê hate kirin ku dîmenê 'mikurhatinê' bikişîne. Şîlan Rahîmî piştî 10 rojan bi kefaletê hate berdan, lê belê ji bo Aysû Rahîmî karibe li dibistanê vegere şertê nixumandina serî hate ferzkirin.

Gulana 2025'an li Zanîngeha Tehranê xwendekara sosyolojiyê Leyla Hosseini ya 22 salî li ber deriyê kampusê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate rawestandin. Destmala li serê Leyla Hosseini ji aliyê polîsan ve bi hinceta 'Ne li gorî pîvanên Îslamî ye' weke pirsgirêk hate dîtin; destmala wê beşek ji porê wê nenixumandibû û gelekî rengîn bû.

'Polîsên exlaqê' bi zorê Leyla Hosseini li mînîbusekê siwar kirin û birin navendeke binçavkirinê ya li Tehranê. Leyla Hosseini çar saetan ragirtî hate hiştin û tundiya fîzîkî lê hate kirin. Li gorî gotinên Leyla Hosseini polîseke jin sîle lê xist, porê wê kişand û ew avêt erdê. Bi gotina 'Yên weke te bêexlaqiyê belav dikin' heqaret li Leyla Hosseini kirin. Li Leyla Hosseini cezayê pereyan ê bi 500 hezar tumenî (Nêzî 10 dolar) hate birîn û gef lê hate xwarin ku eger careke din 'Li gorî pîvanan tevnegere' wê bê girtin.

Kampanya ‘Çarşemên Spî’

Li Îranê ji sala 2010'an ve kampanya 'Çarşembeyên Spî' dewam dike û weke tevgereke bêîteatiya sivîl a li hemberî qanûnên nixumandina jinan a ji neçarî tê dîtin. Jin her Çarşembê kincên spî li xwe dikin, yan jî wêneyên xwe yên bêyî serînixumandinê li medya dîjîtal parve dikin û bi vî rengî van qanûnan şermezar dikin.

Di Nîsana 2025'an de li Şîrazê mamosteya 30 salî Azadeh Mohammadi tevlî kampanya 'Çarşembeyên Spî' bû û dîmenê xwe yê bêyî serînixumandinê weşand. Di dîmen de Azadeh Mohammadi got, 'Ev bedena min e, biryara min e' li ber qanûna nixumandina ji neçarî rabû. Di demeke kurt d bi hezaran kesî li vî dîmenî temaşe kir û piştgirî da. Lê belê 5'ê Nîsana 2025'an bi serdegirtina mala wê Azadeh Mohammadi hate binçavkirin. Wezîfedarên Wezareta Îxtîxbaratê bi îdîaya 'xerakirina exlaqê cemaweriyê' û 'propaganda li dijî rejîmê' Azadeh Mohammedi girtin. Di dema binçavkirinê de tundiya fîzîkî û psîkolojîk lê hate kirin, milekî wê hate şikandin, wezîfedaran bi porê wê girtin û ew avêtin erdê. Cezayê lêdana qemçiyan a 50 carî û salekê cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî bicihanîna cezayê lêdana qemçiyan ew şandin Girtîgeha Adelabad a li Şîrazê.

Destpêka sala 2025'an bi taybetî beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rayedarên Îranî gef li jinan xwarin ku li hev kom nebin û bi vî rengî asteng bikin. Di dîmenekî de hate dîtin ku polîsên exlaqê li jineke serî nenixumandî dixin, lê belê jinên li derdorê dest li polîs werdidin û piştgiriyê nîşanî jinê didin. Ev bûyer bû mînakeke têkoşînê ya jinan a il hemberî tundiya dewletê û zexta civakî.

Zextên li hemberî jinên Kurd

Di Sibata 2025'an de stranbêja Kurd a 29 salî û aktîvîsta mafên jinan Şîrîn Bahramî li ser platforma dîjîtal stranek têkildarî şermezarkirinê weşand. Di stranê de qanûnên nixumandina ji neçarî hate rexnekirin, dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' da pêş û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan. Di 7'ê Sibata 2025'an de Şîrîn Bahramî li mala xwe ya li Tehranê hate binçavkirin û bi îdîaya 'propaganda li dijî rejîmê' û 'heqareta li Îslamê' hate girtin. Her wiha zext li malbata Şîrîn hate kirin û gef li wan hate xwarin. Şîrîn Bahramî li Girtîgeha Evîn a li Tehranê 10 rojan li hucreyê hate hiştin, zexta psîkolojîk û fîzîkî lê hate kirin. Ji bo dîmenê 'mikurhatinê' bikişîne zext lê hate kirin, lê Şîrîn Bahramî li hemberî vê zextê li ber xwe da. Di dawiyê de jî cezayê lêdana qemçiyan a 74 caran, salek cezayê girtîgehê lê hate birîn û bikaranîna medya dîjîtal bi rengekî bêdawî lê hate qedexekirin. Şîrîn Bahramî li Girtîgeha Evînê ragirtî ye û ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû.

Di heman demê de li Îranê hesabên medya dîjîtal ên 15 jin ên rojnamevan û aktîvîst hatin girtin, sê stranbêjên jin jî bi sûcdariya 'afirandina naveroka bê exlaq' hatin binçavkirin.

Li gorî rapora 2025'an a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çar jinên Kurd ên tevlî Roja Jinan a Kedkar a Cîhanê bûn aktîvîstên mafên jinên Kurd Leila Pashaei, Baran Saedi, Sohaila Motaei û Souma Mohammadrezaei hatin girtin. Ev jin li Sine li navendeke binçavkirinê hatin ragirtin û mafê wan ê parêzeran hate binpêkirin, bêyî parêzeran lêpirsîna wan hate kirin.

Baran Saedi beriya niha sala 2022'an di dema çalakiyên şermezarkirinê yên 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû binçavkirin û bi kefaletê hatibû berdan. Sohaila Motaei jî Çileya 2025'an ji ber ku cezayên darvekirinê yên li mehkûmên jin hatine birîn şermezar kir demeke kurt hate girtin, piştre bi sûcdariya 'propaganda li dijî sîstemê' pênc sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Cezayên bidarvekirinê grevên giştî

Di sala 2025'an de rejîma Îranê bê navber cezayê darvekirinê li aktîvîstên jin ên Kurd birî. Du aktîvîstên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bi îdîayên bê bingeh ên weke 'Propaganda li dijî rejîmê' û 'Şerê li hemberî dewletê' bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Ev ceza li Rojhilatê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke mezin.

Di 22'ê Çileya 2025'an de li Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî hate lidarxistin. Xelkê Herêmê li hemberî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hate birîn daket qadan.

Mehkûmên jin ên li Girtîgeha Lakan a li Reştê jî 17'ê Çileya 2025'an bang kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku van îdaman rawestîne. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî zextên rejîma Îranê yên li hemberî Werîşe Mûradî, Zeynep Celaliyan û Nergîs Mûhammedî şermezar kir.

Di 9'ê Adara 2025'an de jî bi dehan rêxistinên mafên mirovan ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn, kampanya dan destpêkirin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, di sala 2025'an de jî bûn platformeke ji bilêvkirina daxwazên azadiyê yên jinan. Lê belê rejîmê bi sûcdariya 'propagandaya li hemberî dewletê' jinên tevlî çalakiyan bûn kir hedef. Mînak, cezayê girtîgehê yê li Sohaila Motaei hate birîn yek ji nîşaneyeke zextên rejîmê bû ku sala 2025'an jî dewam kir.

Êrişên li dijî rojnamevanên jin

Rojnamevanên jin ên li ser qetilkirina Jîna Emînî nûçe çêkirin û ji raya giştî re ragihandin bûn hedefa rejîmê. Di sala 2025'an de bang li gelek ji van rojnamevanan hate kirin ku lêpirsîna wan bê kirin, hesabên wan ên medya dîjîtal hate girtin û li hinek ji wan cezayê girtîgehê hate birîn.

Di rapora 2017'an a Forûma Aboriyê ya Cîhanê de Îran ji aliyê wekheviya zayendî ve di nava 144 welatan de di rêza 140'î de bû. Di sala 2025'an de jî ev rewş baş nebû, berevajî vê yekê hîn nebaş bû.

Nerazîbûna navneteweyî 

Binpêkirina mafên mirovan a rejîma Îranê ya li hemberî jinan di rojeva civaka navneteweyî de bû. Lê belê rejîmê guh neda van nerazîbûnan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku rayedarên Îranê bi rengekî kêfî aktîvîstên mafên jinan digirin, cezayên lêdana qemçiyan û darvekirinê li wan dibirin. Rêxistinê bang li Îranê kir ku dawî li van polîtîkayan bîne û qanûnên nixumandina ji neçarî rakin.

Rejîma Îranê li gel nerazîbûnên navneteweyî jî polîtîkayên xwe neguhert. Berevajî, zextên li hemberî jinan di sala 2025'an de zêde kir.

Berxwedana jinan û hêvî

Li gel van zextan hemûyan jî jinên Îranî û Rojhilatî di sala 2025'an de berxwedana xwe dewam kirin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hîn jî sembola têkoşîna azadiya jinan e. Grevên giştî yên li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê û kampanyayên navneteweyî nîşaneyên wê yekê ne ku jin hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.