KNK: Biryara PKK’ê dîrokî ye

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:30

KNK'ê têkildarî kongreya PKK'ê daxuyaniyek da û got, " Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê.

Daxuyaniya konseyê bi vî rengî ye:

“Em weke KNK jî pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, erênî dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihe encamekî baş, em ê jî weke KNK ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe bi kar bînin. Pêvajoyek girîng e û eger pirsgirêka Kurdî li bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî dike.

Li ser vê:

Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.

Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoşin.

Em bang di serî de li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên Cihanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê bi kar bînin.

Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, top êdî di saha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestînin, rojekî zûtir vê pirsê bêxin rojeva Parlamentoyê, zemîna siyasî û huquqî ya çareseriyê pêk bînin.

Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin."

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.