Piştgiriyeke cidî ya navneteweyî heye
Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:50
- Foruma Aştî û Azadiyê ya li Ewrûpayê (EFFP) ji bo hevdîtina bi Rêber APO re, bi dirûşmeya ‘Em dixwazin serdana Ocalan bikin’ dest bi kampanyayeke nû ya navneteweyî kir.
BARIŞ BALSEÇER
Yek ji endama forûmê û ekîba kampanyayê Akademîsyena Aştiyê Dr. Latîfe Akyûz destnîşan kir ku banga Ocalan dîrokî ye û destwerdaneke krîtîk e. Ji ber vê jî divê ev pêvajo civakî bibe. Endamê EFFP’ê Tuncay Yilmaz jî got:’’Perspektîfa Ocalan a aştiyê ji aliyê derdorên çep û demokratîk ên cîhanê ve tê nîqaş kirin. Gelek saziyên li Ewrûpayê piştgiriyê didin kampanyayê.’’
Akademîsyena Aştiyê Dr. Latîfe Akyûz, destnîşan kir ku Forûma Azadî û Aştiyê ya li Ewrûpayê demeke dirêj e xebatan dike, di vê salê de jî platformeke ku ji rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên ku sirgun bûne pêk tê. Xebatên komelebûnê jî dewam dikin û got:’’Me ji xwe beriya banga birêz Abdullah Ocalan jî, dest bi xebat û nîqaşa mijara aştiyê kiribû. Banga birêz Ocalan hem ji aliyê şexsî hem jî ji aliyê nirxandina giştî ya forûmê re, di demeke gelekî dîrokî û krîtîk de hatiye kirin. Ez weke destwerdaneke dîrokî dinirxînim. Ji vî alî ve divê li ser were sekinandin û nirxandin. Yê ku ev bang kir û xwediyê bangê birêz Ocalan e. Yê ku ev bang kiriye, ji bo çi kiriye, perspektîfa vê bangê divê vebêje. Lê ew di şertên azad de nîne. Heta ku ev şert neyên pêkanîn, ne mumkun e ku pêvajo bi tenduristî pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê em derbarê mijarê de rayagiştî ava bikin. Kampanyaya me li ser vê fikrê pêşket. Bi taybetî di rayagiştî ya navneteweyî de xwedîderketineke mezin ji bo banga birêz Ocalan çêbû. Lê ji bo li hemberî vê bangê dewlet jî gavan bavêje, ev pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, divê birêz Ocalan fikrên xwe bi azadî bi mirovan re parve bike. Kampanyaya me hîn bêhtir, ji bo rayagiştî ya navneteweyî ye.’’
Li navneteweyî xurtkirina aştiyê
Endamê EFFP’yê Tuncay Yilmaz jî bibîrxist ku Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin, bi taybetî di 5 salên dawî de jî, di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin û got:’’Dema ku dest bi axaftinê dike, dikare rê li ber pêvajoeyke hêvîdar a ji bo gelê Kurd, gelên din ên li Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn vebike. Hêzeke xwe ya wiha ya tevahî gelan di nav xwe de dihewîne heye. Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî birêve biçe, li hemberî sabotajan bikaribe gavên erênî bê avêtin, divê şertên birêz Ocalan bi rengekî ku bikare aktîf tevlî pêvajoyê bibe, werin sererast kirin. Em difikirin ku wê ev yek diyarker be.’’
Li navneteweyî gelekî tê mereq kirin
Yilmaz destnîşan kir ku piştgiriyeke navneteweyî ji kampanyayê re heye û got:’’Ji gava ragihandina kampanyayê û pê ve, ji gelek hêzên kedê, aştiyê û demokrasiyê, ji hêzên çep û sosyalîst piştgiriyeke cidî çêbû. Partiya Çep a Ewrûpayê qebûl kir ku bibe pêkhateyeke kampanyayê. Koma Çep a Parlementoya Ewrûpayê, Enternasyonala Pêşverû, Associazione Ricreativa e Culturale Italiana Nazionale (ARCI) ku li Îtalyayê rêxistina sîwan a 5 hezar navendên çandî ye û derdorên li Afrîkaya Başûr, biryar dan ku piştigiriyê bidin. Enternasyonala Pêşverû, bang li pêkhateyên xwe yên Emerîkaya Latîn û Asyaya Başûr kir ku xwedî li kampanyayê derkevin. Ji Îngîlîstanê sendîkayek, Koma Xebatê ya Kurd a li Parlementoya Ewrûpayê û partiyên çep û sosyalîst wê tevlî bibin. Vê gavê ji gelek erdnîgariyên cuda yên cîhanê em bersivên weke ‘Em dinirxînin û em ê bersivê bidin’ werdigirin. Biqasî fermî bû em ê bi rayagiştî re parve bikin.’’ Yilmaz armanca kampanyayê jî wiha vegot:’’Em tevgera demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsa Kurd piştgirî dikin. Perspektîfa birêz Ocalan a ku welat û herêmê ber bi aştiyê bibe, ji aliyê beşeke mezin a gelê Kurd, derdorên çep, sosyalîst û demokratîk ên li cîhanê tê piştgirî kirin. Divê ev paradîgma di şertên azad de bê nîqaş kirin. Em destnîşan dikin ku fikrên ‘aştî û demokrasiyê’ yên Ocalan, divê herkes bikare nîqaş bike.’’ Yilmaz îşaret bi asta sembolîk û pratîk a pêvajoyê jî kir û got:’’Herkesekî/ê ku piştgiriyê dide kampanyaya ‘Ez dixwazim serdana Ocalan bikim’, dibe ku nikaribe biçe Tirkiyeyê û serdana Ocalan bike. Ev ji aliyê hiqûqî ve jî ne mumkun e. Lê em dixwazin bi rastî jî deriyên Îmraliyê bên vekirin, di asta navneteweyî de tevlîbûneke pêvajoyê çêbibe, tecrîd û dorpêç bê şikandin. Kesên ku bixwazin bi Konsolosxaneyan, wezareta edaletê û dozgeriyên herêmî re pêwendiyan deynin û tevlî bibin. Rojnamevanên ji çapemeniya navneteweyî perspektîf û rêya çareseriyê ya Ocalan mereq dikin.’’