- Yek ji piştevanê pêngava 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ Parlamentera Sosyalîst a Swîsreyê ya Parlamenta Fedearl Laurence Fehlmann Rielle hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a bi Rêber Apo re kirî weke ‘rewşeke nû û girîng’ pênase kir. Derheqê banga Bahçelî jî got,’’Hêza Ocalan nîşan dide.’’ Rîelle anî zimên hevdîtin têrê nake divê Ocalan azad bibe.
Rîelle bi bîr xist tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in didome, serdana Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya li Îmraliyê destnîşan kir, anî zimên CPT’yê hê jî rapora xwe ya dawî neweşandiye û ji bo nêrînên xwe yên li ser şert û mercên girtina Ocalan bîne zimên amûrên heyî bi kar nayîne.
Rîelle bi domdarî bal bire ser hevdîtîna Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ya bi Rêber Abdullah Ocalan re û got,’’Di nava van şert û mercan de hevdîtina Ocalan a bi biraziyê xwe re rewşeke nû û girîng e.’’
Hevdîtin îşareteke baş e
Rîele anî zimên gelo ev rûdan nişana wê ye ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi Ocalan re dest bi diyalogê kiriye an na û wiha domand: ‘’Abdullah Ocalan hîn jî li ser Kurdan xwedî bandoreke mezin e û di pêvajoya aştiyê de fîgurekî esasî ye. Ev hewldan cara yekê ye tê kirin? Omer Ocalan weke endamekî malbatê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ya jî weke nûnerê DEM Partiyê hevdîtin pê re kir? Ev pirs bêbersiv jî bin, em dîsa jî xweşbîn bin: Ev yek işareteke baş e."
Ocalan dixwaze pêşî li aştiyê veke
Parlamenter Fehlmann Rielle qala peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bersivê bide vê peyamê. Fehlmann Rielle got, "Bi dîtina min, Abdullah Ocalan bi rêya peyama xwe hewl dide pêşî li danûstandinên ji bo aştiyê veke. Weke ku min got, Abdullah Ocalan girtî jî be di nava Kurdan de hîn jî gelekî bi gandor e.
Rewşa cîhanê faktorek e
Weke ku di peyamê de jî em dibînin, Abdullah Ocalan bi rastî jî ji bo aştiyê zorê dide desthilatdariya Tirk. Dibe ku rewşa ne aram a li cîhanê jî faktorek ji bo pêkhatina vê hevdîtinê ye: Dibe ku Tirkiye zextê li ser xwe dibîne. Sermeselê, şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê gelekî bi fikar e û dibe ku ne aramiya Tirkiyeyê hîn zêde bike. Lê belê divê em bibînin bê dewama vê hevdîtinê wê hebe yan na, ji niha û pê ve wê encameke baş jê bê yan na. Li gel vê yekê jî her hewldaneke ji bo çareseriya vî şerê demdirêj wê kêrhatî be. Şerê heyî ne bi kêrî gelê Kurd tê ne jî Tirkan."
Hêza seferberiyê ya Ocalan
Parlamenter Fehlmann Rihelle banga şefê MHP'ê Devlet Bahçelî jî nirxand û got, "Daxwaza jinûve hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêza seferberiyê ya Abdulllah Ocalan û Kurdan nîşan dide, ku li gel zext û zordariyê jî naheje.
Gelê Kurd biryardar e
Em pê dizanin ku artêşa Tirk êrîşan dibe ser Sûriye û Iraqê. Her wiha em zanin ku dixwaze nûnerên Rojava bitepisîne ku hewl didin civakeke aram û wekhev biafirînin. Hewl dide van herêman kontrol bike. Li gel van zext û zordariyan jî gelê Kurd bi biryar e. Dîaspora Kurdan a li Ewropayê jî gelekî girîng e. Dîasporaya Kurd bi taybetî ji Cotmeha 2023'an û vir ve ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixe; bêguman van çalakiyan deng vedan. Dibe ku ev rewş bû sedem ku dewlet û Erdogan helwesta xwe biguherînin."
Armanc divê azadiya Ocalan be
Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re têrê nake, armanca esasî divê azadiya wî be û got, "Dem ew dem e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê kampanya navneteweyî werê geşkirin. Gelekî girîng e ku bê bibîrxistin; Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd parçeyek ji çareseriyê ye û hêzên pêşverû divê ji bo wî seferber bibin. Ev yek di heman demê de tê wateya seferberiya ji bo xweseriya gelê Kurd." SERKAN DEMÎREL - ANF/CENEVRE