Li dijî peymanê konferans

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 19 Tîrmeh 2023 - 00:05

ERDOGAN ZAMUR/LOZAN

 

Peymana Lozanê 24´ê Tîrmeha 1923´yan hatibû mohrkirin, Kurdistan pê hatibû parçekirin. Di sedsaliya mohrkirina peymanê de li bajarê Swîsreyê Lozanê, li dijî encamên wê konferanseke du rojan wê bê lidarxistin. 22´yê Tîrmehê jî meş û mîtîngeke navendî tê lidarxistin. Komîteya çalakiyên sedsaliya Peyman Lozanê, bi civînekê amadekariyên xwe kontrol kirin. Heta niha 570 mêvanên konferansê hatina xwe erê kirine û çav li rê ye ku hejmara wan ji 600´î bibihure. Komîteyê da zanîn ku amadekariyên ji bo meş û mîtînga navendî ya 22´yê Tîrmehê jî bi dawî bûne û bang li xelkê kir da ku bi awayekî xurt tevlî vê çalakiyê bibe. 

Konferansa du rojan a 22 û 23´yî Tîrmehê bi şiyara “Di sedsaliya Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin!” Di konferansê de wê 2 rojan encamên Peymana Lozanê bên minaqeşekirin. 

Komîteya çalakiyan da zanîn ku di panelan de dîrokzan Dr. Suheyla Qadirî, Prof. Narmen Muhamad Amen Elî, Hevserokê Komîteya Kornînasyona Zanîgehên bakur û rojhilatê Sûrî Dr. Abdulilah Al-Mustafa, Lêkoler Nivîskar Mehmet Bayrak, civaknasa ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglu, nûnera saziyên jinan ên Silêmaniyê Nermîn Osman, nivîskar Aydin Aslan, perwerdekar Nayrî Muradîan, ji zanîngeha Viyanayê Prof. Dr. Naif Bezwan, ji Zanîngeha Jagiellonian a Lehistanê Dr. Azad Haji Aghayi, nivîskar Arêz Abdullah û nivîskar Dr. Heval Ebûbekir wê biaxivin.

Danezana konferansê jî wê 24´ê Tîrmehê saet 10.00’an li ber avahiya Château d’Ouchy were dayîn.

 

Bi hezaran kes wê li Lozanê bin

Ji bo meşa 22´yê Tîrmehê ya hemwextî konferansê jî amadekarî hatine temamkirin. Xelk wê ji Fransa, Elmanya, Belçîka, Awusturya û Hollandayê biçe Lozanê. Xelk wê şemiyê li ber avahiya Château d’Ouchy ya li ber gola Lemanê saet 11:30´î bicive. Meş jî wê saet 13:00´an dest pê bike. Li ber Qesra Rumine ya ku lê Peymana Lozanê hatiye mohrkirin, yanî li meydana Place de la Rippone wê mîtîng pêk were. 

Di mîtîngê de wê li ser navê komîteya amadekar Yuksel Koç, li ser navê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) endamê mekteba siyasî Blase Cebar Ferman, hevseroka KNK´ê Zeyneb Murad, hevseroka PYD´ê Asya Abdullah, serokê Komelayê Îbrahîm Elîzade û li ser navê TAJÊ jî Şukran Sincar bipeyivin. 

Di mîtîngê de Şivan Perver, Ozan Comert, Mizgîn Tahir, Necmedîn Xulamî, Çopî û Nasir Rezazî jî derdikevin ser dikê. Komîteya Amadekar bang li xelkê kir ku bi rengên xwe yên neteweyî beşdarî meş û mîtîngê bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.