
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Wanê “pêşangeha ziman” li dar xist. Di pêşangehê de wêneyên kesayetên di çanda Kurdî de ked dane hatin pêşandan. Pêşangeh, li Pêşangeha Hunerê ya Ataturkê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Di pêşangehê de bal hat kişandin ser zimanê dayikê û hat gotin ku armanca ji pêşangehê ew e ku di mijara kesên ji bo çanda Kurdî ked dayin de bîrek were avakirin.
JINNEWS/WAN











