Li Parîsê filmên Kurdî tên nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:06

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) îsal dê di navbera 4 û 7'ê Gulanê de li Centre Wallonie-Bruxellesê cara 2’an were lidarxistin.

Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) îsal dê di navbera 4 û 7'ê Gulanê de li Centre Wallonie-Bruxellesê cara 2’an were lidarxistin.

Di bernameya festîvalê de 18 filmên Kurdî cih digirin. Di nav van filman de metrajdirêj, kurtefilm, belgefilm û anîmasyon hene.

Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ji aliyê Înstîtuya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê ya Fransî-Kurd ve û bi piştgiriya Centre Wallonie-Bruxellesê tê lidarxistin. 

Festîval, cara yekem di 2019'an de hatibû lidarxistin û par ji ber pandemiyê nehatibû lidarxistin.

Hat ragihandin ku bernameya festîvalê jî di demek nêz de were parvekirin.  

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.