Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ku cara 4’an tê lidarxistin ew ê îsal di navbera 9 û 13’ê Nîsanê de were lidarxistin.
Bernameya festîvalê roj bi roj li ser hesabên medyayê tê parvekirin.
Festîval hewl dide kurtefilm, belgefilm û filmên metrajedirêj ên Kurdî li Parîsê bigihîne temaşevanan û bala xelkê bibe ser çanda Kurdî.
Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ji bi piştgiriya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê, Komeleya sînemayê ya CineBêj, Şaredariya Parîsê û Wezareta Çandê ya Fransayê tê lidarxistin.
PARÎS