Li nav devê girtiyan li çi digerin

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:40

HAMDULLAH YAGIZKESEN / MA / EDENE

Li girtîgehên Tirk sînorê hovîtiyê hatiye bezandin; li girtiyan ferz dikin ku li nav devê wan bigerin û ji bo ku ev nayê qebûlkirin, tedawiya wan tê astengkirin.

Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kurkçulerê ji bo ku qebûl nekirin ku li wan devê wan bigerin, tedawiya wan nayê kirin. Prof. Dr. Ahmet Hîlal li dijî vê kirina bi hovîtî helwest nîşan da û got,’’Divê gihandina mafê tendiristiyê mîna amûreke cezakirinê neyê xebitandin.’’

Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1 a Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 8 jê rewşa wan giran, zêdeyî 30 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ji ber ku li dijî ferzkirina "lêgerîna nava dev" ya ku 3 sal in dewam dike radibin, nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi dest bixin. Serlêdanên li dijî vê rewşa ku li dijî peymanên navneteweyî ye tên kirin, encam nagirin.

Nabin nexweşxanê 

Ji girtiyan Kemal Ozelmalî û Mazhar Guler di 8’ê Tebaxa 2022’yan de ji ber “lêgerîna nava dev" serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dabûn. Guler diyar kiribû ku nexweşîna Hepatît B pê re heye, di gurçikên wî de kîst hene, ji ber vê yekê divê 3-6 mehan carekê biçe nexweşxaneyê û di dema sewqa nexweşxaneyê de "lêgerîna nava dev" lê tê ferzkirin. Guler bilêv kir ku ji ber ku ew vê ferzkirinê qebûl nake zêdetirî salekê ye nikare biçe nexweşxaneyê. 

Cendirme xwest, dozger qebûl kir 

Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê ji bo "lêgerîna nava dev" nêrîna xwe ragihand dozgeriyê. Fermandariyê parast ku ev ferzkirin ji bo "ewlehiyê" ye. Dozger jî biryara "neşopandinê" da.  

Serokê Komeleya Pisporên Tiba Edlî (ATUD) Prof. Dr. Ahmet Hîlal li ser binpêkirina mafên tenduristiyê yên girtiyan axivî. 

Tedawî mafê jiyanê ye

Hîlal anî ziman ku ji ber ferzkirina "lêgerîna nava dev" binpêkirina mafê dermankirina girtiyan binpêkirineke mafê jiyanê ye û got: "Îdareyên girtîgehan divê ji bo xwegihandina mafê tenduristiyê tevdîrên hêsan bigirin. Bijşkên li girtîgehan jî divê karê xwe bi awayekî serbixwe bikin. Divê xwegihandina mafê tenduristiyê wekî cezayekirineke cuda neyê bikaranîn." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.