Li Misirê kiryarên destdirêjiyê tên parastin
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 01:55
Li gor daneyan li Misirê ji sedî 90 jin bi êrişa zayendî rû bi rû dimînin û kiryar jî tên parastin. Jinan diyar kirin ku ji bo ev yek bi dawî bibin divê zagon bên guhertin.
Li Misirê her ku diçe bûyerên tundiya li dijî jinê, qetlîam, destdirêjî û tecawiz zêde dibe. Li welat tevî ku cezayên li dijî destdirêjiyê zêde bûne jî, jin li kolanan bi destdirêjiyê rû bi rû dimînin û dema ku rewşek wisa diqewime bertekên civakê li gel kiryar derdikeve. Ew rewş dide xuyakirin ku tenê bi zagonan tenê nayê çareserkirin, der barê wekheviya zayendî de divê guhertinek bi kok û kûr bê çêkirin.
Samar Hamdî, bûyereke destdirêjiyê ku êdî li welat bûye ‘asayî’ bi xwe jî jiyaye. Samar Hamdî ku wekî bi hezaran jinan destdirêjî lê hatiye kirin, behsa bûyera ku pê re rû bi rû hat anî ser ziman.
Kiryar hatiye parastin
Samar Hamdî ne mînakek tenê ye ku di bûyera destdirêjiyê de mêr tên parastin. Gelek bûyerên bi wî awayî derdikevin ku tiştê wê jiya ye piştrast dike û binpêkirin heye. Samar Hemdî diyar dike ku piştî nîqaşa bi mêrê ku li kolanê destdirêjî lê kiriye û kesên ku şahidê bûyerê bûne, bi rojan nikare ji mala xwe derkeve ji ber ku nikare li mafên xwe bigere. Her wiha diyar kir ku ji ber kiryar hatiye parastin ew gelek tirsiyaye û got ku weke her roj vê bûyerê dijî di hafizaya wê de bi cîh bûye.
Cil kirin hinceta destdirêjiyê
Selwa Fewzî jî diyar kir ku dema li rawestgehê li benda veguhestina giştî bû, ji aliyê mêrekî di wesayîtê de destdirêjî lê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Min bûyera destdirêjiyê ji polîsan re got. Yek kesê ji derdorê ji min re got tu layîqê wî yî. Yekî din jî cilên min wek hinceta destdirêjiyê nîşan da.”
Divê zagon bên guhertin
Rêvebera Yekîneya Hiqûqê ya Weqfa Azadiya Raman û Derbirînê Fatima Sirac jî di wê baweriyê de ye ku divê zagon bên guhertin û wiha got:"Ji bo zagoneke wekhev, adil û ji aliyê civakî ve têr derkeve holê, divê bi beşdariya hemû beşên civakê xebat bên kirin. Divê ni lezgînî gavên bi bandor bên avêtin."
NÛJINHA/QAHÎRE