Têkoşîna jinên Efrînê dewam dike

Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:15

Parêzer Roşîn Hido da zanîn êriş û tundiya li dijî jinan dewam dike û wiha got:” Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike. Ev hêz û cesareta jinan di nava Efrînê de xwe dispêre fedayitiya Arîn Mîrkan û hemû jinên ku di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  de cih digrin.”

Dewleta tirk û komên girêdayî wê di adara 2018'an de Efrîn kirin binê kontrola xwe û li wir binpêkirinên mafên mirovan ên cidî derketin holê. Koçberî, îşkence, talankirin, revandina welatiya û gelek sûcên dinê yên mirovahiyê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve pêk hatin. Ji vê rewşê herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Gelek sûcên ji exlaq dûr li dijî jin û zarokan pêk hatin.

Parêzer Roşîn Hido bi çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî zextên li serj jina, sûcên şer ên li Efrînê nirxandin kir. Roşîn Hido di heman demê de bal bir ser têkoşîna jinên Efrînê ya ku li dijî tundiyê dewam dike.

Li Efrînê sûcê şer 

Parêzer Roşîn Hido da zanîn li Efrînê gelek sûcên şer hatine kirin û jin hîn jî li wir tundiyê dibînin û wiha got:"Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê û heya roja me ya îro hemû cure kiryar û tundî derheqê jin, zarok û xwezaya Efrînê de hat kirin. Ji hemû aliyan ve tundî dihat meşandin û heya roja me ya îro li hember raya giştî ev tundî berdewam dike. Ne tenê mirov û xweza her wiha kevneşopiyên ser red û bin erd her roj bi tundiyê rû bi rû dimînin.”

Di hucreyên girtîgehê de tên hiştin

Roşîn Hido da zanîn para herî mezin a tundî û zextê li Efrînê ji jinan re ketiye û wiha pê de çû:"Di nava 7 salên dagirkeriyê de yên ku herî zêde bi tundiyê rû bi rû mabûn jin bûn. Gelek jin hatin kuştin, revandin, binçavkirin, tecawizkirin û îşkencekirin. Di warê derûnî de jî êriş li jinan hat kirin. Her wiha destdirêjî li hemberî wan hat kirin. Gelek zarokên keç piştî dagirkirina Efrînê di temenê biçûk de hatin zewicandin. Bi hinceta ku hinek jinan di nav Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtin hatin zîndankirin. Di hucreyên girtîgehê de tên hiştin."

Jin ji azadiya xwe bêpar mane

Roşîn Hido bi lêv kir ku berî Efrîn bikeve binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê jin li wir azad bûn, xwe bi rêxistin dikirin û wiha got:"Beriya ku bajarê Efrînê bihata dagirkirin Rêveberiya Xweser bi awayekî xurt hatibû rûniştandin. Jinan pir bi çalak cihê xwe di nava projeyê de girtibûn, xwedî li nasnameya xwe derdiketin. Berî dagirkirina Efrînê jinan xwe gihandibûn azadiya xwe. Lê belê bi dagirkirina bajarê Efrînê re ev hemû hat guhertin. Jin ji roja dagirkeriyê û heta roja me ya îro bi her cure tundiyê rû bi rû man. Jin ji azadiya xwe bêpar mane."

Têkoşîna jinên Efrînê dewam dike

Roşîn Hido bi lêv kir ku tevî tundiyê jî têkoşîna jinên Efrînê dewam dike û wiha pê de çû:"Di 15'ê Îlona 2024'an de jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî li dijî tundiya berdewam a li ser wan daketin kolanan û serî li dijî tundiyê rakirin. Di encamê de gelek jin birîndar bûn. Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike. Ev hêz û cesareta jinan di nava Efrînê de xwe dispêre fedayitiya Arîn Mîrkan û hemû jinên ku di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  de cih digrin. Van jinan serî li dijî terora herî tundirew netewandin. Îro vê fedayitî û berxwedana jinan di nava cîhanê de deng veda. Loma jî dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xwestin tola xwe ji jinên Efrînê bigirin û her roj wan ber bi tundiyê ve bibin. Lê belê li dijî vê yekê têkoşîna jinên Efrînê dewam dike."

Êriş û tundî dewam dikin

Roşîn Hido da zanîn niha li Efrînê êrişa sîstematîk a li dijî jin, zarok û welatiyên li Efrînê dewam dike û wiha pê de çû:"Bi hatina roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dîsa jî êriş, tundî û îşkence li jinan tê kirin. Her çiqas rêxistinên navneteweyî hebin û hevpeymanên navneteweyî hatibin îmzekirin jî lê belê tu kes bi erka xwe ya li dijî tundiya heyî ya li ser jinê ranebûn. Niha li Efrînê jî tundiya dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser jin, zarok û welatiyên li Efrînê dewam dike."

Bang li rêxisitnên jinan kir

Di dawiya axaftina xwe de Roşîn Hido banga rêxistinên jinan ên cîhanî û di nav de neteweyên yekbûyî kir ku bi erka xwe rabin û xalên weke mafên jinan biparêzin û wiha got:"Divê rêxistinên jinan ên navneteweyî ji bo cihgirtina jinan a di qada siyasî de, ji bo jin tundiyê nebînin, ji bo pêşxistina mafê jinan a di warê aboriyê de dengê xwe bilind bikin."

JINNEWS/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.