Yekane çareserî xweparastin e
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 03:15
- Şafak Aryen anî ziman ku qirkirina jinê stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3'yemîn e û bang li jinan hemûyan kir, ku têkoşîna zayendî bi rengekî radîkal bimeşînin.
Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê bersiva pirsên ANF’ê da. Aryen di pêvajoya şerê cîhanê yê 3’yemîn de rewşa jinê û qirkirina jinê wiha nirxand:’’Bêbandorkirina jinan tê wateya bêbandorkirina şansê pêşxistina demokratîk-azadiyê. Bloka desthilatdar xwe dixe garantiyê û ber bi pêş ve diçe, lewma jî qirkirina jinê bûye stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Divê mirov wiha bibîne û fêm bike. Dema ku DYE ji Efganistanê vekişiya û bi peymaneke veşartî destûr hat dayîn ku Talîban bibe serwerê Efganistanê, herî zêde jin hatin qurbankirin û hîn jî tên qurbankirin. Bi rastî jî hêza serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan hejand. Hêzên navneteweyî qaşo Îran protesto kirin û daxuyaniyên tund dan. Lê belê jinan û gel li ser esasê daxwazên demokratîk li dora paradîgmaya Rêber Apo sekna xwe parastin û nebûn yedeka hêzên navneteweyî, lewma piştî demek kurt bêdeng bûn. Li Rojava û Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê bi pêşengiya jinan Tevgera Azadiyê li ser navê mirovahiyê serketin bi dest xist; ti kesê nedikarî vê ji nedîtî ve were. Çepik ji bo YPJ’ê hatin lêxistin, gerîlayên YJA Starê niha tên terorîzekirin.
Desthilatdariya faşîst-çete-mafya
Rewşa li Fîlîstînê li holê ye û bi hezaran jin tenê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, ji cihên xwe hatin kirin. Niha li welatên Rojhilata Navîn heta li cîhanê jî destpêka yên herî zêde koç kirine, gelê Sûriyeyê û jinên wê tên. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên ji çiyayan heta bajaran, ji gerîlayan heta sivîlan, ji jinan heta zarokan a ku her kes hedef digire, îsal jî berdewam kir. Li Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst-çete-mafya heye. Têkiliya wî bi civakê re tune ye. Ji îxaneta PDK’ê bi hêzgirtinê re êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, ji rê derxistina gel, giranî dayîna rêxistinbûnên tarîqatî ya li Başûr, li Bakurê Kurdistanê li gel her curê teror û zorê, ji ser Hizbûl-Kontra-Huda Par’ê xayin xwestina hêzên cihadîst a qirkerê gelê xwe birêxistin kirin, li Rojava pêkanîna terorek bêsînor, hemû siyaseta xwe ya derva gihandina bazara qirkirina Kurdan, nîşaneya dijmintiya sondxwarî, bermahiya hovitiya desthilatdariya mêr e. Paşverûtiya mêr ji nû ve tê zindîkirin û pêşiya wî tê vekirin. Li Tirkiyeyê tu tişt ne munferît e. Tu pirsgirêkeke civakî-aborî ne demkî ye û ne tenê encama polîtîkayên şaş ên di van mijaran de tê meşandin e.
Kolanan ji kontrayan re nehêlin
Narîn xeleka herî dawî ya bi hezaran zarokên hatine qetilkirine û malbat din ava vî karî de ye. Her tim di pozîsyona ku xwe dispêre kevneşopiya Huda-Parê yanî kontra esas digire û di her firsendê de girêdana xwe ya bi dewletê re dubare dike. Niha jî li Kurdistanê rêxistinên sîxuriyê di bin maskeyên tarîkatê de dixin nava kolanan. Li Amed û Êlihê van kujeran daketin kolanan, qaşo di bin navê şêwaya jiyana îslamî de civakê ditirsînin û cihên xebatan belav dikin. Li hemberî mezinahiya nirxên ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Jinê ve hatine afirandin, polîtîkaya êrîşkirina jinê li her qadê ewçend bêperwa di meriyetê de tê hiştin. Wê demê divê jin li dijî wê hem rêxistinbûn û hem jî rêbazên têkoşînê xurt bikin.
Tevgera hesabpirsînê divê
Rêxistina herî mezin a parastina jinê YJA Star e. Divê tevlîbûn hebe, divê jinên ciwan rahêjin çekê, mafê xwe yê çalakî û dijderketinê nîşan bidin û têkoşîna xwe derxin asteke radîkal. Bi jiyana xwe ya rojane re mijûlbûn, li hemberî hemû polîtîkayên dijminane yên giran bêdeng mayîn xeflet e. Talan û komkujiya xwezayê weke stûnek polîtîkaya komkujiyê di meriyetê de dihêle. Jin xwedî cesaret, berxwedêrî, îrade, tecrube ye. Dayikên me wek kelehan in; Li dijî faşîzm û her şêwe zilma mêr bi dilpakî û aselata xwedawendan li ber xwe didin. Wê demê pêwîste ev helwest hîn bêhtir girseyî bibe û radîkal bibe. Sîxur, kesên beredayî yên li kolanan digerin û tekbîran tînin ku di esasê de girêdayî dewletê ne. Eger çete li kolanan bi rehetî tevdigerin, zarok bi tiryakî têne jehrî kirin, li aliyê din li ser jinan bazirganî tê kirin, di rastiyê de kesek hewl dide jin û civakê li ser navê ol bike xizmetkarê dewletê, eger çawîşekî pispor destdirêjî li jinan dike û jiyana xwe bi hêsanî didomîne, divê ev yek ji wan re nemîne û hesab bê pirsîn. Tevgera hesabpirsînê di rastiyê de dikare bi rêxistinbûna hêza xweser a jinê bi pêş bikeve.
BEHDÎNAN