Erkên xwe bi layiqî bicîh anîn
În 1 Tebax 2025 - 03:55
- HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û got:“Bîranînên hevrêyên me Roger, Seher, Dogan û Zekiye ku navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin, wê her dem di têkoşîna me de bijîn.”
HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) tekîldarê şehadetan ev agahî parve kir:“Di Kanûna 2021’an de hevrêyên me Roger, Seher, Doğan û Zekiye yên ku gihiştin şehadetê, em wan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me yên ku li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê me bêdeng neman û di refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşîneke bêwêne meşandin, bi tevlîbûna xwe bûn mînakên mîlîtanên Apoyî. Hevrêyên me yên ku li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên girîng girtin ser milên xwe, bi helwesta xwe ya durust, fedakar û kedkar her erka xwe bi layiqî bi cih anîn. Wan karîbûn bibin yek ji mînakên herî bijarte yên mîlîtantiya Apoyî. Bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî, helwesta xwe ya mîlîtanî ya Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, navên xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin. Em weke hevrêyên wan, sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Roger, Seher, Doğan û Zekiye û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên şehîdên me yên qehreman di Kurdistana azad de bijîn.
Azadiya gel armanca bingehîn bû
Hevrêyê me Roger, li bajarê Mûşê yê ku bi çanda berxwedanê tê naskirin û di dîrokê de qehremanên wekî Ferzende Beg, Xalit Begê Cibrî û Seyîtxanê Kerr dihewîne, jidayîk bû. Di sala sêyemîn a beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Anadolu ya Eskişehîrê de dev ji xwendinê berda û di sala 2010’an de tevlî refên gerîla bû. Weke mîlîtanekî Apoyî li qada Rojava de keda wî ya mezin hebû, dîsa rûyê xwe ber bi mekanên pîroz ên gerîla ve zîvirî. Di gelek xebatan de bi asta berpirsyariyê cih girt û erkên ku girt ser milên xwe bi hişmendiya layîqbûna şehîdan re bi cih anî.
Hevrêya me Seher, li bajarê kevnar ê Botanê Şirnexê di nav malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2016’an de tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Her tim têkoşîna xwe mezin kir û dengê gelê me yê ku di dema Berxwedanên Xweseriyê de li Cizîrê di bodruman de hatin şewitandin, di guhên wê de bû. Ji bo tevlî xebatên di nav Hêzên Taybet bibe, pêşniyar kir. Bi îdîaya ku bibe fedayiyekî Rêber Apo û bi ruhê serkeftinê xebatên xwe meşand. Bi tevlîbûna xwe ya durust, kesayetiya xwe ya vekirî ji pêşketinê re û girêdana xwe ya kûr bi Rêbertiyê û hevrêyên xwe re dihat naskirin.
Hevrêyê me Dogan, li sembola welatparêzî û berxwedaniyê li Kobanê jidayîk bû. Di sala 2011’an de ji ber beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozê li Şamê hat girtin, lê qet ji xeta welatparêziyê tawîz neda. Di sala 2013’an de tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê de birîndar bû. Bi hesreta mezin a ji bo jiyana gerîla û dilê wî yê ji bo çiyayên azad lêdixist, di pêvajoyeke ku şer bi tundî dihat meşandin de, gihişt mekanên pîroz ên gerîla. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar, fedakar û durust hewl da ku lîyaqeta şehîdan be. Weke mîlîtanekî Apoyî, dixwest di her kêliya xwe de serkeftinên mezin bi cih bîne.
Hevrêya me Zekiye, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Di sala 2015’an de di nav refên Partiyê de cihê xwe girt. Çû qadên ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê lê hebûn, di demeke kurt de di qada şer de tecrubeyan bi dest xist, di her qadê de bi erka xwe ya serkeftî ya weke mîlîtana YJA Starê, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Di operasyonên paqijkirina DAÎŞ’ê de, bi wêrekiya xwe ya di şer de, bû mîlîtanek Apoyî ya mînak. Li hember şertên herî dijwar jî, azadiya gelê me kir armanca xwe ya bingehîn û bi fedakariyeke mezin têkoşiya.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de bi vî rengî ne:
Roger Andok Dorşîn (Eren Şîmşek), li Mûşê jidayîk bûye, Kanûna 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Seher Întîkam (Bîşeng Kabak), li Şirnexê jidayîk bûye, Kanûna 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Dogan Amed (Kasim Xelîl), li Kobanê jidayîk bûye, Kanûna 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Zekiye Alkan (Turkan Yonten), li Rihayê jidayîk bûye, Kanûna 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN