- Hat ragihandin ku endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes di 20’ê Nîsana 2020’î de jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û endamên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) di 20’ê Nîsana 2020’î di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Yek ji hevrê û pêşengên me hevrêya me Emîne Erciyes bû ku weke jineke leheng a gelê Tirk ji quntara çiyayê Erciyesê tevlî vê têkoşînê bû, bêyî ku gavekê bi paşve biavêje 24 salan bê navber têkoşiya, sekneke gelekî xurt a jin a azad nîşan da û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi rûmetdarî hilgirt û bi cih anî. Hevrê Emîne weke şoreşgereke Tirkiyeyî şoreşgereke sosyalîst û enternasyonalîst a rasteqîn bû ku di serî de gelê Kurd dilê xwe ji bo gelên bindest hemûyan lê dida.
Xwe gihand sekn û pêşengiya jin a azad û weke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di asta herî bilind de bi berpirsyariya têkoşîna me ya azadiya jinê rabû. Bi kesayatiya xwe ya pir reng û pir alî ji helbestê heta bi şano, ji muzîkê heta bi lîstika li nava fîlman nîşan da ku gerîlatî ne tenê şer e, lê modeleke herî mezin a jiyana azad e.” NAVENDA NÛÇEYAN