Sembola sekna jina serhildêr

Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:45

  • HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîla Asmîn Ardil Dijwar di encama qezayekê de şehîd bû û got:“Em soza xwe nû dikin ku teqez xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”

HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîla Asmîn Ardil Dijwar di encama qezayekê de şehîd bû. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:“Ewlada hêja ya gelê me yê Botanê û şervana bi wêrek a YJA Starê hevrê Asmîn Ardil Dijwar, 18’ê Gulana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê şehîd bû. Hevrêya me Asmîn Ardil di têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK-PAJK’ê de cih girt û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bêteredut bi cih anî, bi dilsoziya kûr a bi şehîdan re bû xwedî jiyaneke watedar. Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê kir manifestoya jiyanê û li her qadê pêdiviyên nasnameya xwe ya YJA Starê bi layiqî bi cih anî. Weke şopdara birayê xwe hevrê Dijwar Xavişta – Ahmet Nîlî yê şehîd, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêya me Asmîn Ardil jiyaneke têkildarî koletiya jinê qebûl nekir û bû afirênera jiyana azad, bi sekna xwe ya zelal a di jiyanê de bû milîtaneke PKK – PJAK’ê ya mînak. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Asmîn Ardil, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Hevrêya me Asmîn li navçeya Şax a Wanê ku sembola sekna serhildêr û welatparêziyê ye, hate dinê. Piştî şehadeta birayê xwe Dijwar Xavişta-Ahmed Nîlî ku di sala 2015'an de li Gabarê tevlî karwanê şehîdan bû, bi biryardariyeke mezin biryara tevlîbûna têkoşînê da. 18 roj piştî şehadeta birayê xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêya me ya ku bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk ên wergirtî re nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin bêhtir fêm kir, xwest di xeta azadiya jinê de kûr bibe û bi tevlîbûna xwe bû şervanek mînak. Hevrêya me ya ku derfet dît li qadên pratîkê tiştên hîn bûne bi jiyanî bike û ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd werbigire, bi vê sekna xwe bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Asmîn Ardil bi sadebûn, hevrêtiya xwe ya xurt û duristî, bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrê Asmîn Ardil dewrî me kiriye, em ê bigihînin serketinê.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Asmîn Ardil Dijwar, bi vî rengî ne:

Asmîn Ardil Dijwar (Sultan Nîlî), li Wanê jidayîk bûye, 18’ê Gulana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.