Berpirsyariyên xwe bi cih tînin
Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:15
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya PKK'ê ya 12'emîn hate lidarxistin. Ji delegeyên kongreyê Sorxwîn Avesta û Îbrahîm Ûrfa têkildarî têkoşîna gerîla nirxandin kirin.
Fedayî ti carî teslîm nabin
Sorxwîn Avesta:’’Ez bi xwe Serokatî re nemame, min pê re jiyan nekiriye, lê ez dizanim ku Serokatî wê derbarê me çi bifikire, ez dizanim Serokatî wê çi biryar bigre çi negre. Îja bi rêbazên wiha qirêj li ser tunelan digerin, bangawazî dikin, dixwazim hevalan teslîm bigirin. Berî vê heval Cemal daxuyaniyek dabû, bi rastî jî fedayiyên ku çend sal in li hemberî we şer kirine ji ber çi wê teslîm bibin ku we ewqas zilm li ser me kirine. Ez dixwazim axaftina xwe bi gotinekî bi dawî bikim; hevalên li tûnelên Şehîd Yûnûs ji heval Cemal û Zozan re nameyek nivîsandibûn, di wê nameyê de beşeke heye ku heval ji bo dijmin nivîsandine û di heman demê de vê beşê li ser cîhazê ji dijmin re jî xwendine. Yanî dijmin tê bi timî bangawazî dike, bi van peyvan pir zelalî derdikeve pêş ku di vê pêvajoyê de helwesta hevalên di tûnelan de çiye. Ez dixwazim vê beşê ji hevalan re bixwînim û axaftina xwe bi dawî bikim. Jixwe komekî hevalên jin in û cihê xwe di tûnelan de digrin, dema peyam hat heval Besê û Mîtra wê demê şehîd neketibûn. Bi vê wesîleyê gotinê hevalan jî di kongreyê de ji hevalan re bixwînin. Beşa ku heval ji dijmin re nivîsandine wiha ye; ‘Hûn her roj tên û ji me re dibêjin teslîm bibin, hûn bi teslîmiyet û kuştinê gef li me dixwin. Hûn bi her cure derfeta destê xwe li hemberî me sûcê şer dikin. Bersiva me ya yekane ya li hemberî we ew e ku em ê li dijî teslîmiyetê di berxwedanê de israr bikin. Ev hevalan bi vê peyamê hem sekna xwe ya li hemberî dijmin raber dikin ku ev ne tenê ji bo tûnelek e, tûnelên me yên din jî wisa ne, hem wek hevalên jin hem wek gerîlayên YJA-STAR’ê û gerîlayên HPG’ê bi yek ziman dixwazin vê pêvajoyê raber bikin, tê fêmkirin. Em jî di şexsê heval Besê û heval Mîtra ku ew herî dawî di qadê de şehîd bûn têkoşînê xurttir bikin. Ji bo ku têkoşînê xurttir bikin û ev lîstokên dewleta Tirk vala derxin, ji bo ku di aliyê leşkerî û jiyanî de li hemberî dijmin têbikoşin û şerekî dijwar bidin meşandin di vê pêvajoyê de çi bikeve ser mile me em ê pêk bînin.
Divê Rêbertî ne li Îmraliyê be
Îbrahîm Ûrfa: Şerê çekdarî gelek tişt bi me da qezenckirin. Û roja îro ger dewleta Tirk neçar maye here gel Serokatî bi saya hêza me ya çekdarî ye. Hêza teknîkî ku niha di destê me de ku heval hinek tişt bi neyekser eşkere kirine hinek tişt eşkere nekirine, di destê dewletan de tune ye. Em gihiştine wê astê. Ji bo vê pêvajoyê dibêjim, qet hirde virde nîne, qet giloverkirin an jî şîlokirina vê nîne lazim e Serok azad bibe. Yanî Serok azad nebe em wek mîlîtanên Serokatî fedayî ne, yek hevalek jî ji mirinê natirse. Heta ku Serok azad nebe em tu gavê navêjin, ev zelal e. Em ê ji kî bitirsin an jî em ê çi winda bikin. Ji ber vê divê Serok azad bibe. Nizanim şert û mercên ewlehiyê, nizanim yê xebatê nîne divê Serok azad bibe, Serok wê ne li Îmraliyê bibe. Mesela xwe li ber xweş dikin dibêjin em li Îmraliyê cihekî rast dikin, hepsa malê, em vê qebûl nakin. Heval dizanin televîzyon şopandine, her roj li Îmraliyê erdhej çêdibin nizanim heval dîtine yan ne ew behr rabibe dadikeve, tsunamiyek rabe wê Îmralî hemû di nav avê de bihêle. Ne tenê Serokatî li wê derê jiyana tu kesî ne di garantiyê de ye. Divê Serokatî ne di Îmraliyê de be.
BEHDÎNAN