Erdhejzede li dijî qirêjiyê têdikoşin
Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:05
Jinên ku li bajarên konteyniran dimînin dan zanîn ew tevî hewaya qirêj jî sebze û fêkiyan hişk dikin, wiha amadekariya zivistanê dikin û gotin alîkarî jî ji derve ji bo wan hatiye.
Li gorî daneyên fermî di erdhejên 6'ê Sibata 2023'an de ku navenda wê Mereşê pêk hat de 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes jî birîndar bûn. Tevî ku 22 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî li bajarên ku erdhej lê pêk hatiye xebatên temîrkirinê nehatine kirin. Ji aliyê din ve bi nêzîkbûna zivistanê re , zuwakirina fêkî û sebzeyan ku çavkaniya debarê ya gelê navçeyê ye jî zahmet dibe. Jinên ku li bajarê Konteynirê Gundê Dostaniya Koreyê dijîn ku bi piştgiriya Xaça Sor a Koreya Başûr li navçeya Pazarcix a Mereşê hatiye avakirin, diyar kirin ku ji ber buhabûna jiyanê tevî qirêjiya hewayê jî neçar mane ku ji bo zivistanê fêkî û zebze hişk bikin .
Alîkariyên ji derve hatin
Halîme Dogrû ku ji erdhejê xilas bû, diyar kir ku bi zorê amadekariyên zivistanê di konteynirê de dike wiha got: "Ji ber ku hemû xanî hilweşiyane, em bixwazin kirê bikin jî xanî tune ne. Alîkariyên ku piştî erdhejê hatin vir bi giştî ji derve hatin."
Halîme Dogru anî ziman ku li herêma erdhejê hê zêde toz heye û wiha got: “Ez dixwazim biçim ji sûkê bikirim. Lê rewşa me ya aborî rê nade, lewma divê em bi xwe bikin. Em hewl didin ku bi alîkariya cîranên xwe sebze û fêkî hişk bikin."
Hîn xanî nehatine dayin
Emîn Dogru jî diyar kir ku beriya erdhejê amadekariyên zivistanê kiribûn û wiha got: “Nebû nesîbê me ku em bixwin. Piştî erdhejê em hewl didin bi awayekî jiyana xwe bidomînin. Tevî ku gelek dem di ser erdhejê re derbas bûye jî dîsa jî xanî nehatine teslîmkirin. Em nizanin em ê çi bikin."
JINNEWS/MEREŞ