FIRAZ BARAN
Em Kurd nikarin di fûtbolê de bi Real Madrîd, Barcelona û Bayern Münchenê re têbikoşin.Lê em li cîhanê di spora takekesî de xwedî hêz in. Boks, tekwando, kick-box, golaş, eskrîm û hwd. di şaxên cuda de şampiyonên me yên cihanê, Ewropayê û welatan hebûn û îro jî hene.
Yek ji wan Egîd (Agit) Kabayel e. Roja şemiyê (22.02.2025) Egîd dîsa serê me bilind kir û di kategoriya Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) de di beşa giraniyê de bû şampiyonê cîhanê.
Pêşbirk li Riyadê (paytextê Erebistana Siûdî) hat lidarxistin. Agit Kabayelê 32 salî di tûra şeşemîn de û bi nokautê şampiyonê dawî Zhilei Zhang (ji Çînê) têk bir.
Kabayel heta niha 26 maçên profesyonel lîstiye û qet têk neçûye. Zhang di maça xwe ya 31emîn de têkçûna xwe ya sêyemîn xwar. Boksorê Çînî beriya niha li hemberî Joseph Parkerê Zelanda Nû û Filip Hrgovicê Xirvat winda kiribû.
Ger em maçê analîz bikin... Agit 32 salî ye, Zhang 41 salî ye. Agît di warê kondîsyonê de xurt û amade bû. Lê nasnavê Zhang "Big Bang" e. Bejna wî 1,98 metre ye û 130 kîlo ye. Zhang di qonaxên destpêkê de gelek zor li bedena xwe kir û bawer kir ku ew ê bi lêdanên dijwar Kabayel têk bibe. Lê, wî nekarî bandorek mayînde li ser Kabayel bihêle.
Kabayel di hemû dewran de bû boksorê çalaktir û pêlên bedenî ên dijwar li Zhangê xist. Lê di tûra pêncemîn de, Zhang bi çengek çepê a hişk Kabayel erdê xist. Kabayel zû ji vê şikestê xelas bû û vegeriya ser xeta xwe. Bi giştî hemû dewran de Agit Kabayel serketî bû. Pêlên Agît bêtir xebitîn. Zhang westiya. Bi taybetî di tûra şeşemîn de Agît zext li kezeba Zhangê kir. Zhang matmayî ma û dawiya dawî Agît wî li erdê xist. Maçek bi rûmet bû. Pêşbaz ji hev re rêzdar bûn.
‘Têkoşîneke bêhempa bû‘
Agît piştî maçê axivî û got: “Ez xwe gelek baş hîs dikim. Ev tekoşînek bêhempa bû. Ez spasiya xwe ji her kesê ku li piştgirî daye min dikim. Carinan ji ber sloganan min digot qey ez li Bochumê me. Min careke din îspat kir ku çima xelk ji min re dibêjin mîrê kezebê. Min bala xwe dayê ku Zhang di tûra çaremîn de hêdî û qels dibe. Lê paşê wî ez bi çengelê di tûra pêncan de girtim. Ji ber ku min derbe nedît ez tirsiyam. Lê ez rast vegeriyam. Ti pirsgirêk derneketin."
Agit Kabayel li Almanyayê ji dayîk bûyê û hemwelatiyê Almanyayê ye. Ew Kurd e. Malbata xwe ji Bazarcix a Mereşê ye. Malbata Kabayel di dema 12ê Îlonê rastî zilma dewletê hatin û du apên wî salên dûr û dirêj li zindanên dagirkeran de man. Dema Agît hatiye dinyayê navê Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) lê kirine. Hevseroka FEDAyê (Federasyona Elewiyan a Demokratîk) Hürü Kabayel jî amojina Agit e.