Jina li konteynirê masîvaniyê dike
În 22 Mijdar 2024 - 02:05
Hîkmet Demîr a piştî erdhejê dev ji têkoşînê berneda û di konteynirê de masîvansiyê dike da zanîn ku beriya erdhejê jî piştevaniyek jinan hebû û got:" Bila jin kargehên xwe vebikin. Bila ji mêran hêviyê nepên. Bila di piştevaniyê de bin bi yekîtî tevbigerin."
Jin li her qada jiyanê li dijî zext û êrîşan dengê xwe bilind dikin. Jin di gelek qadên kar ku wek karê mêran tê dîtin, xwe nîşan didin û ji xwe re qadên jiyanê vedikin û debara xwe dikin.
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş erdhej pêk hat. Hîkmet Demîr beriya erdhejê li Bazarcixê masîvanî dikir û piştî erdhejê kargeha wê mala wê xera bû. Hîkmet a ku desthilatdariyê mal û xaniyê wê teslîm nekir, li konteynirê dest bi masîvaniyê kir û li ser piyên xwe sekinî.
Li konteynirê kargeh vekir
Hîkmet Demîr da zanîn ku 15 sal in masîvaniyê dike û wiha domand: “Bêguman kesên ku em qebûl nekirin jî hebûn. Lê ligel vê yên piştgirî dan jî zêde bûn. Beriya erdhejê min û hevjînê xwe restorant dida xebitandin. Pîşeya min kuaforî bû. Lê min restorant vekir. Me masîvanî kir. Ji wê rojê de dixebitim. Di erdhejê de kargeha me xera bû. Piştî erdhejê çûm derveyê welat cem keça xwe. Demekê li wir mam û vegeriyam. Min li konteyniran ev kargeh vekir.”
Bila jin bi yekîtî tev bigerin
Hîkmet Demîr diyar kir ku piştî erdhejê pirsgirêkan rû dane û li dijî hemû pirsgirêkan serbilind sekiniye û got: “Ez bi tena serê xwe bûm. Li ser piyan sekinîm. Min ji bo nanê xwe têkoşîn meşand. Beriya erdhejê jî piştevaniyek jinan hebû. Bila jin kargehên xwe vebikin. Bila ji mêran hêviyê nepên. Bila di piştevaniyê de bin bi yekîtî tevbigerin.”
JINNEWS/MEREŞ