Şîn û helbestên Kurdên Mereşê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Çile 2025 - 01:30

  • Nivîskar Huseyin Torun di pirtûka bi navê “Şînô Marôşe” (Şîna Mereşê) de şîn û helbestên li ser bûyer, êş û serpêhatiyên Kurdan kom kiriye. Di nav pirtûkê de ji bilî helbestên bi Tirkî her wiha 33 helbestên bi Kurdî yên bi devoka Berfiratê hatine nivîsandin jî hene.

FIRAZ BARAN

Pirtûka bi navê “Şînô Marôşe” (Şîna Mereşê) Adar a 2024’an li Stenbolê hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê Hüseyin Torun e. Pirtûk di nav weşanên Ceren Kitap de derketiye û bi giştî 292 rûpel e.

Nivîskar, şîn û helbestên li ser êşên Kurdên Mereşê kom kiriye. Di pirtûkê de bi devoka Berfiratê û bi tirkî 150 şîn û helbest hene. Nivîskar van şîn û helbestan ji pirtûk, kovar, rojname, kaset û CD’yan berhev dike. 33 ji wan bi devoka Berfiratê hatine nivîsandin.

Navê pirtûkê ji helbesta Haci Taş hatiye girtin. Taş bi navê “Şînô Marôşe” helbestek nivîsandiye û Hozan Şêxo bi van gotinan şîn kiriye. Çend sal berê Hozan Şêxo albûma bi navê “Şêraz” amade kiribû. Ev şîn di wê albûmê de cih digire. Muzîk Produktorê stranê jî Hakan Akay e.

Di devoka Berfiratê de dengek heye ku di navbera tîpa A û O de ye. Li Mereşê hin kes A, hin O, hin kes Ô û hin kes jî Â dinivîsin. Hozan Şêxo Ô nivîsiye û Hüseyin Torun jî wisa girtiye. Gotinên şînê wiha ne (Rûpela 70):

Sar ma top bun huro awre wû xof û raşa
Mirin bóróndin la sar óxó Maróşe
Oné óné av çi zulma lê ônê
Bóv û biró qurşin kirin
Zórri óvitna birôşe
Av çi dardi bê darmón ônê

La min la min dóye la min
Kas nówîzi qirînó min
Or wa mól ú cónem xistin
Gi şawitóndin bar çóve min

Dar û dor çawiróndin wa dór û barón
Pêsire jinón jê kirin wa çak û kêrón
Ônê ónê ónê av çi zulma lê ónê
Buke wa zóri zik darkirin wa xançarón û bivirón

Lo xwóde wo tu ma da bîni tî la ku ye
Xwînó ma la rek û nólón çûye
Ôné ónê av çi zulma lê ónê
Dóyîkón dast la ta havkirin
Çimó tu kkar û kür bûye,
Av çi hóla lo Xódewo

Şînô Marôşe
Gotin: Haci Taş
Muzik: Şêxo

Devoka Berfiratê

Devoka Berfiratê li erdnîgariya rojavayê Çemê Firatê tê axaftin. Kurdên li Efrîn, Dîlok, Elbistan, Meletî, Semsûr, Konya, Kirşehîr, Yozgat, Çorum û Gurunê diaxivin. Li Enqereyê 102 gundên Kurdan hene. Mirov dikare bêje nîviya wan jî dan û standina xwe bi devoka Berfiratê dikin. Balkêşe gundê Kurmeş (Dêrsim) jî devoka Berfiratê bikartîne. Her çend di navbera van bajaran de hin hûrguliyên piçûk ê zimên hebin jî, her kes bi hêsanî ji hev fam dike.

Lewma ez Hüseyin Torun pîroz dikim ku 33 şîn û helbestên bi devoka Berfiratê di pirtûka xwe de aniye ba hev. Lê xemgîniya min ev e: Qeş li Mereşê zimanê helbestê qels bûye? Dema ku mirov helbest û şînan dixwine, dibîne ku helbesta me ya kurdî li Mereşê çiqas paşde çûye. Ev jî encama qirkirina çandî ya li li ser Kurdan û Kurdî ye. Roma Reş zimanê me qedexe kir û tirkî teşwîq kir. Loma jî me zimanê xwe bi kar neanî û zimanê me qels bû. Ev pirsgirêkek mezin e. Tenê bi statûyê çareser dibe. Ger em statuya xwe bi dest bixin emê dibistanên kurdî ava bikin. Wê çaxê zimanê me ji nû ve bi pêş de biçe.

Ev mijar hêjayî rexnedayînê yê jî. Piraniya Kurdên Mereşê li Ewropa û Kanadayê dijîn. Kurdî li vir ne qedexe ye. Her gundekî Mereşê li Ewropayê komele û weqfek xwe ava kiriye. Divê ev komele û weqf ji bo kurdî projeyan pêk bînin. Divê dê û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ji ber ku hin malbatên me bi zarokên xwe re -tevî ku bi kurdî dizanin jî- bi tirkî, almanî, îngilîzî, îtalî, fransî diaxivin. Li vir dewleta Tirk nîne. Bi kurtasî divê em jî xeletiyên xwe bibînin û çareyekê binêrin.

Şiroveyên Mehmet Bayrak

Di pirtûkê de gotarek Mehmet Bayrak jî hatiye parve kirin. Sernavê gotarê wiha ye: “Kevneşopiya Şînê di Kurdên Qizilbaşên Torosa Hundirîn de”. Bayrak li ser qonaxên zimanê nivîskî analîzek balkêş dike û dibêje: “Civaka Kurd wêjeyek gelerî ya gelek dewlemend afirandiye. Bi helbest, stran û şînê êş, şahî, xem û serhildana xwe aniye ziman. Beşek girîng a vê dewlemendiyê ji ber qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê ji holê rabûne. Em vê yekê herî zêde li herêma Torosa Hundirîn dibînin. Edebiyat û mûzîka kurdî qedexe kirin û nirxên miletê Kurd bo zimanê tirkî bikaranîn. Zimanê nivîskî li herêmê di van qonaxên de derbas bûye: Berê bi Kurdî û Osmanî nivîsandine. Piştî qedexeyan bi kurdî fikirînê û bi tirkî nivîsandine. Nifşê piştî salên 70’î jî bi tirkî fikiriye û bi tirkî nivîsiye. Ev pêvajoya bi êş ku em tê re derbas dibin berdewam dike.”

Rexneyek li nêzîkatiya devokan

Di nav civaka me de hin kes hene ku henekên xwe bi devoka Berfiratê dikin. Hin kes jî dibêjin “devoka Berfiratê çewt e.” Ev nêzîkatiyeke şaş e! Ji ber ku her ziman xwedî devokên cuda ne. Di dibistanan de zimanekî nivîskî tê dayîn ku her kes ji hev fêm bike. Wek mînak, devokên bajarên Hannover, Köln, Bayern û Stuttgart ên Almanyayê ji hev cuda ne. Almanên Swîsreyî jî bi devokeke cuda diaxivin. Ew du dewlet in! Xwedî zanîngeh û akademiyên ziman in. Lê dîsa jî ji devokên hev baş fam nakin. Ev rewşek normal e. Wan çi kirin? Zimanê dibistanê afirandin. Her kes zimanê dibistanê jî hîn dibe. Pirtûk, rojname û name bi zimanê dibistanê tên nivîsandin. Ji ber vê yekê her kes ji hev fêm dike.

Welatiyek ji Kolnê li malê bi devoka Kölsch diaxive, lê gava gazî yekî ji Baselê dike, ew bi Almanî ya dibistanê diaxive. Ji ber ku ger herkes bi devoka xwe biaxiviya, kes ji hev fam nedikir. Li welatê me jî zaravayên kurmancî, dimilî û soranî xwedî devokên cuda ne. Dema ku em statûya xwe bi dest bixin, em ê jî weke miletên din bi zimanê dibistanê re li hev werin. Lê her kes dîsa li mala xwe bi devoka xwe bipeyive.

Devok bi hezaran salan çêdibin. Bi ferman, talîmat û vekirina dibistanan nayên çêkirin. Divê em henekên xwe bi devokan nekin û rojek berî rojekê em dev ji van nêzîkatiyan berdin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.