Mexdûriyeta erdhejzedeyan

În 31 Çile 2025 - 02:25

Fîlîz Gul da zanîn ku kes xwedî li Hatayê derneketiye û got: “Beriya erdhejê jî kes xwedî li Hatayê dernediket. Hatayê bi hewldana xwe bajarê xwe li ser piyan girt. 

Di ser erdheja 6’ê Sibatê ku hilweşîneke mezin derket holê du sal derbas dibe. Bi hezaran kesî di erdhejê de jiyanax we ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan. Yek ji bajarên ku herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Hîna şopa erdhejê li wir heye. 

Fîlîz Gul diyar ki ku êşa erdhejê hîna teze ye û tiştên ku piştî erdhejê jiyane vegot.

Mexdûriyeta erdhejzedeyan 

Fîlîz Gul da zanîn ku tevî gelek dem derbas bûye hîna di şertên zehmet de dijîn û wiha dirêjî dayê: “Xaniyê gund hilweşiya bû. Derve sar bû. Seraya me hebû. Me sera kir kon. Ji malbata me kesên din jî hatin. Xaniyê wan jî hilweşiya bû. Ew jî hatin gund. Em 40-50 kes bûn. Me zehmetiyên mezin kişandin. Serşo, mutbex, xwarin tunebû. Me bi hevkarî hinek tişt kirin. Kon dihatin belavkirin. Lê kesî nedan me. Di ser erdhejê de pir dem derbas bû lê hîna şertên me nehatine başkirin.”

Kes xwedî li Hatayê derneket

Fîlîz Gul da zanîn ku kes xwedî li Hatayê derneketiye û wiha dirêjî dayê: “Beriya erdhejê jî kes xwedî li Hatayê dernediket. Hatayê bi hewldana xwe bajarê xwe li ser piyan girt. Tu piştgirî ji bo Hatayê tunebû. Em bi gelê xwe re li ser piyan man. Me di erdhejê de jî piştgiriyek nedît. Niha jî em nabînin.”

JINNEWS/HATAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.