Fermandara xeta APO’yî
Çarşem 20 Mijdar 2024 - 03:15
- YJA Star: Em hevrêya dilsoz a Rêber Apo, jina leheng a xelkê me yê Mêrdînê, milîtana PKK-PAJK'ê ya pêşeng û endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Medya Egîd bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
YJA Starê bi daxuyaniyekê di salvegera şehadeta wê de fermandar Medya Egîd bibîranî. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got:’’Em hevrêya dilsoz a Rêber Apo, jina leheng a xelkê me yê Mêrdînê, milîtana PKK-PAJK'ê ya pêşeng û endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Medya Egîd-Beraat Afşîn bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:"Tevgera me ya azadiyê ku bi artêşa xwe ya şehîdan re her kêliyê wate û nirxê lê zêde dike, bi pêşengiya jinê û têkoşîna jinê bingeha pergala mêtingeriyê dihejîne. Em milîtana pêşeng a PKK - PAJK'ê û endama Meclîsa Fermandariya YJA Starê hevrê Medya Egîd ku yek ji mînakên herî xurt ên vê rastiyê ye, hevrêya Rêber Apo, jina leheng a gelê me yê Mêrdînê ye di salvegera şehadetê wê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêya me Medya di 19’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Her tim weke fermandara jin a azadiyê di xeta Apoyî de meşiya. Hevrê Medya bû xwediyê jiyaneke watedar û têkoşîneke mezin. Em weke hevrêyên wê diyar dikin ku em bi biryar in armancên wan heta serkeftinê, şoreşa jinê û avakirina Neteweya Demokratîk bimeşînin û sersaxiyê ji malbata hêja Afşîn a ku sê zarokên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, gelê me yê Mêrdînê, hemû gelê Kurd û jinên welatparêz dixwazin.
Pêşenga şerê li dijî DAIŞ’ê
Hevrê Medya di salên xwendekariyê de lêgerîna xwe bi nirxên ku di nava derdorên welatparêz û civakê de bi dest xistibû ve kir yek. Tevî temenê xwe yê biçûk jî erka milîsiyê girtiye ser milê xwe û li ser esasê hişmendiya cins û neteweyî, cesaret û helwest têkoşînê nîşan da. Hevrêya me Medya ku di dema erka xwe ya milîstiyê de demekê di zindanên dijmin de dîl ma, rastiya dijmin baştir nas kir, weke jinekê li dijî zayendperestî û mêtingeriyê helwesteke zelal nîşan da û weke pêşengên me yên hêja Sakîne Cansiz, Gulnaz Karataş û Gurbetellî Ersozan di sala 1994’an de berê xwe da çiya û tevlî nava refên azadiyê bûn. Tevlêbûna wê di dema artêşbûna gerîlatiya jin de çêbû û ev jî li ser bingeha leşkerî, jiyana wê ya şoreşgerî li ser hîmê hişmendiya azadiya jinê û têkoşînê rê nîşanî wê da. Li ser vê bingehê meşa gerîlatiyê ku li Mêrdînê dest pê kir, li Botanê bi cih bû. Di tevahiya têkoşîna xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Botanê û Mêrdînê xebitî û di xurtkirina artêşa me ya jinan û bi bandorkirina tevlêbûnê de kedeke mezin da. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku nîşaneya herî qirêj a pergala serdest a mêr û amûra herî qirêj a pergala dewletparêziyê ye, destpêkê berê xwe da xeta Mexmûr-Kerkûkê û fermandariya hêzên me yên ku nehiştin hovîtiya DAÎŞ’ê encam bigire kir û dawiyê berê xwe da Şengalê û li dijî xiyaneta PDK’ê û qetlîama jinên Êzidî û gelê me li ber xwe da û pêşengiya vê têkoşînê kir. Piştî rizgarkirina Şengalê, erka xwe ya dîrokî bi dawî kir û dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vir di asta Konseya Fermandariya YJA Starê de xebatên xwe berdewam kir. Hevrêya me Medya li gelek qadên Kurdistanê berpirsyariya xebatên HPG-YJA Starê girt ser xwe, bi keda xwe azadiyê ava kir û weke şoreşgerekê heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin bê navber têkoşîna xwe domand. Weke ku em ji hevrêya xwe Medya û şehîdan hîn bûn, li ser bingeha azadiya Rêberê me em ê bi biryardarî şoreşa jinê û netewebûna demokratîk pêk bînin û meşa xwe ya serketinê bidomînin. Li ser vê bingehê em ê bi rastî û hişmendiya fermana hevrê Medya têkoşînê bimeşînin, ji dijmin hesab bipirsin û tola hevrêyên xwe hilînin."
Agahiyên nasnameya hevrêya me Medya Egîd wiha ne:
Medya Egîd (Beraat Afşîn), li Mêrdînê jidayîk bûye, 19’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN