Gelek çete hatin kuştin

Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:30

QSD’ê ragihand ku di şerê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku dixwestin bikevin gundê Ebdokê yê rojavayê Girê Spî de gelek çete hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku hêzên QSDˋê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebdokê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir. Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku di navbera hêzên wan û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar rû da, di encama şer de gelek çetek hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker topbarana li dijî gundê Ebdokê û derdora gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî, di nava hewldana çeteyan a kişandina kuştî û birîndarên xwe de, dewam dike.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.