Mirovahî heta roja me ya îro di tevahî dîroka xwe de gelek serxistinan pêk aniye. Lê heman mirovahiya ku her yek ji me weke endamek tê de cihê xwe digre di encam de em pir bi zelalî dibînin ku mirovahî beriya her tiştî wate û hunera jiyanê bi ser xistiye. Di vir de aliyê ku divê bala me li ser be ne serxistina jiyanê ye, ji ber ku ji hêla zindîwerên derveyî mirov jî yên ku jiyanê gihandine heta roja me ya îro hene. Lê di mirov de ev yek cuda ye. Mirov ji ezmûnên xwe, di encama çavdêriyên xwe, bi ferqa xwe ya watedayînê û lihevanîna birêvebirina jiyana civakî, karibûye xwe biparêze, berdewam bike û binyada xwe ava bike. Vê yekê bi hêza watedayînê pêk aniye. Ji ber ku hêza watedayînê tenê li gel mirov heye û ev yek dike ku mirov li xwe bihizire û ji jiyana biyolojîk derbas bike.
Lê di heman demê de mirovahî ji destpêkêve vê hêza xwe ya watedayînê weke çand bi pêkhate kiriye û weke huner jî rih daye vê pêkhateya çandî. Ji ber vê ye ku di tevahî qonaxên mirovahiyê de, di tevahî serpêhatiyên dîroka xwe de mirovahî bi çand û huner hebûna xwe bi wate kiriye, ferqa herî mezin ava kiriye.
Di nav civakan de di avakirina vê diyardeya qedîm de, jinê bi rola sereke rabûye. Ji ber ku êdî ji hêla zanistê ve bi her awayî ev heqîqet hatiye îspatkirin û em vê yekê hema bêje rojane dibînin. Di heman demê de zanîna vê heqîqetê dikare bê gotin ku pêwistî bi ispatkirina zanistê jî nabîne. Ji ber ku ruxmî tevahî hewildanên aqlê serdest ên şer û tunekirina mirovahiyê, di roja me ya îro de jî em jiyan û civakbûyîna li derdora jinê weke aqil û hestên me yên bi kok û sereke bi hemû şaneyên xwe ve hest pê dikin. Ji ber vê ye ku di roja me ya îro de carake din weke xwe gihandina ew koka qedîm a jiyana li derdora jinê kom bûyî, bi drûşmeya Jin jiyan Azadî çandeke din û hunera jiyaneke azad tê afirandin. Çawa ku di destpêka jiyana civakî de çandina erdê bi xwe re çanda jiyanê afirandiye û vê yekê hunermendane rêsaye, îro jî ev çand vê carê bi vê druşmeyê xwe digihîne kokên xwe. Çawa ku ji destpêkêve pirsa jiyaneke çawa, pîvanên civakbûyînê çi ne, ferqa me çi ye, bi hemû ziraviyên xwe ve bi xwe re lêgerînekê dab destpêkirin îro jî lêgerîna bersiva van pirsan ji hêla jinan, gelan û azadîxwazan ve tê kirin.
Ev civakbûyîn xwedî ziman û xwedî navekê ye ku weke ruhê vê çandê li derdora hebûna jinê pêk tê ku jin çawa pêşengtî ji wê çanda destpêkê re kir, îro ji vê ya dawî re jî dike.
Di avakirina çanda civakbûnê de, zimanê vê civakbûyînê zimanekî helbestî ye û bi newaya di hundirê xweza û mirov de veşartî yekemîn tovên ruhê hunerî yên çandê tên avêtin. Ev yek her diçe kur dibe, rê û rêbazên curbecur û rengareng xwe dikemilîne û dibe diyariyek ji civakê re.
Bêndera dexl û dan, dibe bêndera geşbûna çand û hunerê û me digihîne roja me ya îro…