Bi projeyê mêran şiyar dikin

Nûçeyên Jin

Duşem 28 Mijdar 2022 - 17:36

Rêxistinên jinan yên li Germiyanê kar û xebatên xwe yên li dijî şideta beramberî jinan dewam dikin. Rêxistinan niha jî projeyeke nû a ‘hişyarkirina zilaman li ser mafên jinan’ daye destpêkirin.

Li gorî bilançoyan li Germiyanê kuştin û xwekuştin, û şideta beramberî jinan her diçe zêdetir dibe. Her wiha li gorî bilançoya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan û Malbatê ku li beramberî bilançoya sala 2021’ê zêde bûye, li îdareya Germiyanê di nava 11 mehên bihurî de 5 jinan dawî li jiyana xwe aniye, jinek hatiye qetilkirin û 2 jinan xwe şewitandiye.

Şidet zêde bûye

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Şaxa Germiyanê, Şukriye Germiyanî der barê bilindbûna asta kuştin û xwekuştina jinan de axivî. Şukriye Germiyanî destnîşan kir ku divê kar û xebatên wan yên ji bo têkoşîna li dijî şideta li ser jinê dewam bike û got, “Mixabin her ku diçe şideta beramberî jinan zêdetir dibe. Yek ji sedemên vê yekê jî bandora çanda welatên din a li ser welatê me ye. Her wiha yasayên hin welatên cîran jî sedemeke din a şidetê ye. Weke mînak li Herêma Kurdistanê mêrekî xwedî jin, nikare bi jina duyemîn re bizewice. Lê li welatên cîran ev yek belav bûye ku dibe sedema zêdebûna şidetê.”

Divê bi yasayê rê li ber şidetê bê girtin

Şukriye Germiyanî wiha dewam kir: “Divê bi yasayê rê li şideta li ser jinan û sedemên wê bigirin. Her wiha em xemgîn in ku hinek mamsoteyên olî erkê xwe pêk naînin. Li şûna ku di kêmkirin û nehiştina şideta li beramberî jinan de pêşengtiyê bikin, gelek caran vê diyardeyê teşwîq dikin”.

Endama Rêxistina Dolse ya Germiyanê Senarya Mehmûd jî got, projeyeke Rêxistina Dolse li gel Sindoqa Navneteweyî ya ji bo Niştecihan heye ji bilî wê ji bo jinên wargehên Tazedêy û Qormetû semîner werin dayîn û wê jinên Kelar û Rizgar jî beşdar bibin.

Senarya Mehmûd di dewama axaftina xwe de got, “Li Germiyanê projeyeke me ya bi navê ‘male engagement’ bi taybetî ji bo zilaman heye ka çawa dikarin hêza jinan bi pêş bixin, çi di warê pîşeyî de çi jî di warê bidestxistina mafên xwe de. Em Dji berê ve ji bo kêmkirina şidetê bi jinan re diaxivîn, lê niha em bi zilaman re guftugo dikin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.