Li dijî şideta mêran xutbe

În 27 Mijdar 2020 - 16:16

  • Di nimêjên înê yên doh de li Silêmaniyê melayan diyar kir ku pêxemberê Îslamê dibêje; “Di Îslamyetê de ger zilamek li jinê bide, wê ji wî zilamî re nebêjin zilamek baş e.”

 

Di nimêjên înê yên doh de li Silêmaniyê melayan diyar kir ku pêxemberê Îslamê dibêje; “Di Îslamyetê de ger zilamek li jinê bide, wê ji wî zilamî re nebêjin zilamek baş e.”

Li mizgefa Reşîd û ya Hacî Teha Qewleyî ya li bajarê Silêmaniyê, di xutbeyêîn doh de bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, ayet û gotar hatin xwendin.

Melayê mizgefta Hacî Teha Qewyeleyî, Mela Saman Sengawî di nimêja înê de got, “Pêxemberê Îslamê daxwaz ji zilaman dike, ku li jinan nedin, ev yek dibe sedema nerazîbûna zilaman. Piştre pêxember (ss) careke din dibêje, ger xeletiyek kirin lê bidin. Ev jî dibe sedem ku zêdetirî zilaman li jinan bidin. Piştî wê jin nerazîbuna xwe digihînin pêxember, piştî wê pêxember biryara lêdanê xira dike û dibêje; “Her zilamek ku li jinekê bide, di Îslamiyetê de wê jêre nebêjin ew zilamekî baş e.”

Melayê mizgefta Reşîd ya li taxa Şêx Mihyedîn, Mela Nadir jî di nimêja Înê de bal bire ser şideta li dijî jinan û tesîra rêzefilmên tirkan divê yekê de û got; “Bi awayekî hizbî ji bo têkdana civaka me ya Kurd xirab bikin, kar tê kirin. Rêze filmên Tirkî dibin sedema têkdana civakê. Bê ku senaryoyeke baş hebe, bi xirabî dikeve malên me Kurdan. Dibin sedema pirsgirêk û zêdebûna şidetê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.