Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan
Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:25
ROZA METÎNA / AMED
Aktivîsta TJA’yê Tulay Denîz da zanîn divê jin hemû di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiyê dakevin qadan û wiha got:” Wê civaka azad bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Bi rihê ‘Jin jiyan azadî’ gerek em hêrsa xwe û raperîna xwe bibin derve. Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û mafên xwe biparêzin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 5’ê Mijdarê de bi çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li Konaxa Îskender Paşa ya Amedê deklarasyona xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir.
Aktivîsta TJA’yê Tulay Denîz têkildarî hinek xalên di deklarasyonê de cih digirtin nirxandin kir.
Pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê
Tulay Denîz di destpêkê de da zanîn ew bi feyz û hêza ji Xwişkên Mîrabel digirin 25’ê Mijdarê bi têkoşînê pêşwazî dikin û wiha got:”Xwişkên Mîrabel ji bo azadiyê û mafê mirovan li berxwe dan. Loma jî tecawizî wan hat kirin û hatin qetilkirin. Em jî wekî jinên kurd bi salan e li dijî tundiya sîstematîk li berxwe didin. Di heman demê de bi hêza ku em ji Xwişkên Mîrabel digirin em 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Em bi têkoşînê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.”
Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan
Tulay Denîz bal bir ser banga derketina qadan a jinan a di deklarasyona TJA’yê de û wiha pê de çû:”Her roj jin tên qetilkirin û tecawizkirin. Her wiha li vî welatî tecawizî zarokan tê kirin û em bi vê yekê çavên xwe vedikin. Şerê ku li Rojhilata Navîn û cîhanê diqewime di serî de bandorê li jin û zarokan dike û bandorê li ser nirxên civakê dike. Loma li dijî vê yekê divê em piştevaniya jinê mezin bikin. Divê em rêxistinbûyin û têkoşîna xwe mezin bikin. Loma jî wekî ku di deklarasyona TJA'yê de jî jinan anîn ziman ji bo em hêrsa xwe biqêrin divê em li qadan bin. Wê civaka azad bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Bi rihê ‘Jin jiyan azadî’ gerek em hêrsa xwe û raperîna xwe bibin derve. Di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û mafên xwe biparêzin.”
Divê em li dij tecrîdê bi rêxistin bin
Tulay Denîz her wiha bal kişand ser xala rakirina tecrîdê ya di deklarasyona TJA’yê de cih digirt û wiha got:”Ji bo hemû jin û gelan rêya yekem a çareseriyê demokrasî ye. Tecrît û polîtîkayên nehiqûqiyê li ser hemû civakê tê sepandin. Dîsa yên herî zêde ji tecrîdê bi bandor dibin jin in. Loma ji bo têkbirina tecrîdê divê em xwe bi rêxistin bikin. Divê em li mal, kuçe, kolan, cihê kar, li her derê xwe bi rêxistin bikin.”
Li dijî şerê taybet berxwedan
Tulay Denîz di heman demê de qala xala dinê ya bi navê polîtîkayên şerê taybet kir û wiha dewam kir:”Bi taybet li ser erdnîgariya ku em dijîn hişbira tê bikaranîn, fûhûş, revandin, xizanî, tecawiz, dûrxistina ji ziman û çanda xwe polîtîkayên şerê taybet in. Ev li ser civakê bi awayekî sîstematîk tê kirin. Loma wekî jinên kurd wekî berê, niha jî divê em li dijî polîtîkayên şerê taybet berxwedana xwe mezin bikin.”
Jinê bi ser kevin û dê qeyûm biçin
Tulay Denîz derheqê xala qeyûman a di deklarasyonê de cih digirt de wiha got:”Divê em bi serhildanê qeyûman têk bibin. Çimkî qeyûm di heman demê de dijminatiyeke li dijî sîstema hevserokatiyê ye. Tayinkirina qeyûman a şaredariyên ku bi îradeya jinê hatine hilbijartin êrişeke li dijî destkeftiyên jinan e. Dixwazin bi qeyûman rêxistinbûyina jinan jî têk bibin. Her destkeftiyên jinan bi dijminî dibînin. Em ê jî bi serhildanê şaredariyên xwe paş de bigirin. Wê careke dinê jinê bi ser kevin û dê qeyûm biçin.”
Zarok siberoja civakek azad in
Tulay Denîz da zanîn di heman demê de jî xaleke girîng a di deklarasyonê de cih digirt parastina mafên zarokan bû û wiha got:”Zarok siberoja civakek azad in. Li vî welatî zarok tên revandin, tên tecawizkirin û tên kuştin. Zarokên hîn nû ji dayik dibin ji bo pereyan tên kuştin. Em wekî jin nikarin bibin temaşevanên van komkujîna. Loma divê em li qadên 25’ê Mijdarê ji bo zarokan jî biqêrin. Azadî ji zarokatiyê dest pê dike. Civakên nikaribin zarokên xwe biparêzin nikarin siberoja xwe jî biparêzin. Bi vê rastiyê divê em di 25’ê Mijdarê de hîn bi hêztir, biqêrin.”