Meş tê wateya şoreşa jinan

Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:35

ROZA METÎNA / AMED

Jinên tevli meşa 31’ê Gulanê ya li Amedê bûn  dan zanîn ev meş tê wateya şoreşa jinan a li deverên dagirkirî û wiha gotin:”Me bi meşa xwe serî li hemberî dagirkerî, mêtîngerî, serdestiya mêran û her cure koletiyê netewand. Ji bo avakirina jiyaneke baş, watedar û azad em meşiyan."

Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin bi dirûşma "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin" di 31'ê Gulanê de li Amedê meşiyan. Jinan di meşê de li dijî serdestiya mêr, li dijî tundî û qirkirina jinan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”,  “Jin civakê azad dikin”, “Em ji bo hevgirtinê li vir in” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Jinan di meşê de peyama civakek demokratik, aştiyane û divê jin her azad bin, dan.

Jinên tevli meşê bûn nêrîn û hestên xwe anîn ziman. Jinan wiha gotin:” . Em kirde û pêşengên vê pêvajoyê ne. Loma rola me girîng e. Me amadekariyên vê meşê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bi awayekî berfireh meşand. Ji bo jin gotina xwe li kolanan bikin û rola xwe bilîzin, tevli meşê bûn."

Meş tê wateya şoreşa jinan 

Aktivîsta TJA'yê Hatîce Oncu di destpêkê de bal bir ser armanc û girîngiya meşa ji aliyê jinan ve hat lidarxistin û wiha got:"Me meşa xwe bi dirûşma 'Jin ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin' li dar xist. Li hember polîtîkayên şer, ji bo ku em bibêjin aştiya civakî, ji bo jiyaneke wekhev û azad me li kolanên Amedê dengê xwe bilind kirin. Ji bo jiyaneke bê tundûtûjî û bê îstîsmar, ji bo em li hember polîtîkayên komkujiyê yên li ser jinan, bibêjin êdî bes e, em meşiyan. Ji bo ku em bibêjin 'zarok pêşeroja me ne' em li hember tecawiza li zarokan daketin qadan. Ji bo ku em bibêjin xwerêveberiya jinan a li hember qeyûmên îradeya aboriya komunal desteser dike, girîng e me dirûşmeyên xwe berz kirin. Li hember budçeya şer û talanê, xizaniya jinan em derketin. Ji bo ku em li hember wêrankirina xwezayê, bibêjin jiyana ekolojîk em li kolanan qêriyan. Ji bo ku em bibêjin hemû çand û ziman, li hember polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê hene, ji bo ku em bibêjin girtiyên nexweş û hemû jinên ku hatine girtin divê werin berdan, me meşa jinan li dar xist. Ev meş tê wateya şoreşa jinan a li deverên dagirkirî. Me bi meşa xwe serî li hemberî dagirkerî, mêtîngerî, serdestiya mêran û her cure koletiyê netewand. Ji bo avakirina jiyaneke baş, watedar û azad em meşiyan." 

Ji bo hemû jin tevli bibin xebitîn 

Hatîce Oncu bi lêv kir ku ji bo tevlibûna meşê zêde be, her jin ji beşên cuda tevli bibin wan xebat dane meşandin û wiha pê de çû:"Gelek amadekarî ji bo meşa di 31'ê Gulanê de bi dirûşmeya 'Jin ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin' hat lidarxistin, hatin kirin. Me amadekarî kir, da ku hemû çalakvanên jin ên parêzvan, femînîst, ekolojîst, rewşenbîr û hunermend, jinên ji netewe û baweriyên cuda, jinên ku parêzvanên jiyaneke azad û wekhev in werin cem hev. Jin mijarên avakirina civakeke demokratîk in, têkoşîna çawa em dikarin civakeke demokratîk ava bikin dimeşînin. Loma derketina wan a qadan jî girîng e. Me got werin em bi felsefeya ku hemî beşên civakê dikarin, di civakek azad de bijîn, bimeşin. Em dengê xwe wiha bilind bikin. Em aştiyeke bi beşdariya wekhev dixwazin."

Hevgirtina li meşê dîrokî bû 

Hatîce Oncu da zanîn ji bo jiyaneke azad dewamiya têkoşînê divê jêneger be û wiha dewam kir:"Azadiya jinan bi berdewamkirina têkoşîna li dijî hikûmetan û serdestiya mêran bi awayekî piralî û berdewam dikare were bidestxistin. Qad û çarçoveya têkoşîna jinan pir fireh e û pir girîng e ku asoyên me jî li gorî vê fireh bin. Em nikarin yekê wekî bingeh bigirin û yên din berdin, divê em şêwazek têkoşînê ya wekhev û temamker pêş bixin da ku em karibin kolonyalîzma piralî ya serweriyê paşve bixin û hilweşînin. Loma hevgirtina jinan a di meşa 31'ê Gulanê de, li meşê, dîrokî bû."

Ji bo çareseriya demokratîk qêriyan 

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan bi lêv kir ku jin ji bo xwedî li pêvajoyê derkevin, daketine qadan û wiha pê de çû:"Di 27'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji bo çareseriya meseleya kurd û ji bo aştiyeke mayinde kir. Ji bo bang hat kirin heta niha jinan biryar û sekna xwe diyar kirin. Jinan di bin banê Tevgera Jinên Azad (TJA) de jî gotin, 'em ê pêşengiya vê pêvajoyê bikin'. Ji bo Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û ji bo çareseriyeke demokratîk a ji bo meseleya kurd jin daketin qadan û qêriyan. Jin ji bo xwedî li pêvajoyê derkevin meşiyan." 

Jin li dijî koletiyê meşiyan 

Çîmen Fîdan da zanîn jin ji bo rola xwe bilîzin meşiyane û wiha dewam kir:"Bi hezar salan e tundî li ser jinan tê kirin. Ev yek hatiye asta qirkirinê. Her wiha polîtîkayên pişaftinê jî di meriyetê de ne. Ev polîtîka jî ziman, çand û destkeftiyên jinan hedef digirin. Hişmendiya mêr di her qadê de derdikeve pêş. Ev hişmendî jinê hedef digire. Loma jinên gotin em koletiyê qebûl nakin derketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Jin ji bo parastina destkeftiyên xwe derketin qadan û meşiyan. Em kirde û pêşengên vê pêvajoyê ne. Loma rola me girîng e. Me amadekariyên vê meşê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bi awayekî berfireh meşand. Ji bo jin gotina xwe li kolanan bikin û rola xwe bilîzin, tevli meşê bûn." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.