Ji TJA'yê banga 'Meşa Aştiya Civakî'

Çarşem 21 Gulan 2025 - 02:55

TJA'yê banga beşdarbûna meşa ku dê di 31'ê Gulanê de li Amedê bi beşdariya bi hezaran jinan were lidarxistin kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê meşa ku dê ji aliyê bi hezaran jinan ve di 31'ê Gulanê de saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a li Amedê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya bi sernavê "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin" de hat gotin ku "Em jinên ku ji bo jiyanek bê şer, bê îstîsmar, jiyaneke wekhev û edaletê têdikoşin, kirdeya avakirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in."

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.