Li dijî tundiyê rêxistinkirin divê

În 5 Îlon 2025 - 03:30

ROZA METÎNA / AMED

Aktivîsta TJA'yê Gulîzar Îpek diyar kir ku bêcezatî amûra herî bihêz e ku pergala dewleta mêr kuştina jinan didomîne û wiha got:”Kuştinên jinan nayên astengkirin. Tenê rêya şikandina vê zincîrê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e. Li dijî tundiyê rêxistinkirin divê.”

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîzar Îpek têkildarî tundiya li ser jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê, hedefgirtina peymanên jinan diparêzin, polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên zihniyeta dewleta serdest nirxandin kir. Gulîzar Îpek da zanîn ku ew polîtîkayên bêcezatiyê eşkere dikin û ji bo mafê jiyanê yê jinan ji bo edaletê têdikoşin û wiha got:”Di heman demê de, em bi berdewamî hewl didin ku şîdeta li dijî jinan bi carekê û her û her bi dawî bikin. TJA ne tenê di bûyerên taybetî de, lê her roj li tax, kolan, gund û meydanan heye.”

Polîtîka zîhniyeta dewleta serdest e

Gulîzar Îpek di destpêkê de bal bir ser tundiya li ser jinan û wiha got:"Tundûtûjî û komkujiyên li dijî jinan ne bûyerên takekesî ne; ew polîtîkayeke rêxistinkirî ya zîhniyeta dewleta serdest a mêran e. Desthilata mêr rizgariya jinan wekî gefek li ser hebûna xwe dibîne û ji ber vê yekê, tundûtûjiyê wekî amûrek sîstematîk bi kar tîne. Hejmara zêde ya kuştinên jinan li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê, îro encama zîhniyeta baviksalarî ye. Armanca van komkujiyan ne tenê laşên jinan e, lê di heman demê de bîranîn, ked, berxwedan û lêgerîna wan a azadiyê ye. Bêdengkirina jinan tê wateya qutkirina damara azadiya civakê. Ji ber vê yekê, kuştina jinan ne tenê sûcekî takekesî ye; ew êrîşek civakî û siyasî ye. Rewşa li Kurdistanê hîn girantir e ji ber ku jin di navenda polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de ne. Hikûmet ku dixwaze civakê bi şikandina îradeya jinan bindest bike, tundûtûjiyê bi rêbazên rasterast (girtin, tecawiz, komkujî) û nerasterast (xizaniya aborî, koçberî, çeteyên narkotîk û fihûşê) organîze dike."

Li dijî tundiyê rêxistinkirin divê

Gulîzar Îpek qala polîtîkayên bêcezahiştinê kir û wiha pê de çû:"Sedema vê zêdebûna kuştina jinan polîtîkayên bêcezatiyê yên ku ji hêla dewletê ve bi zanebûn têne bicîhkirinin. Li şûna rawestandina kuştina jinan, dewleta mêr sûcdaran diparêze û tundûtûjiyê teşwîq dike. Mekanîzmayên dadwerî û bicîhanîna qanûnê, li şûna parastina mafê jiyanê yê jinan, biryarên ku tundûtûjiya mêran rewa dikin derdixin. Ji ber vê yekê, her kuştina jinan ne tenê sûcekî takekesî ye ku ji hêla mêrekî ve tê kirin, lê di heman demê de êrîşek rêxistinkirî ya pergala dewleta mêr e. Ger Peymana Stenbolê bicîh bihata, Fatma Altinmakas dê bihata parastin. Lêbelê, bi vekişîna ji peymana ku mafê jiyanê yê jinan garantî dike, hikûmetê cih ji bo tundûtûjiya mêran vekiriye. Bêcezatî amûra herî bihêz e ku pergala dewleta mêr kuştina jinan didomîne. Kuştinên jinan nayên astengkirin. Tenê rêya şikandina vê zincîrê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e. Li dijî tundiyê rêxistinkirin divê.”

Polîtîkayên şerê taybet piralî ne

Gulîzar Îpek bal bir ser polîtîkayên şerê taybet û wiha dewam kir:"Li Kurdistanê, jin ne tenê ji aliyê şîdeta mêran a takekesî ve, lê di heman demê de ji aliyê polîtîkayên şerê taybet ên rasterast ên dewletê ve jî tên hedefgirtin. Sedema danîna jinan a di navenda vî şerê taybet de eşkere ye: Ger jin azad bibin, civak jî dê azad bibe. Ji ber vê yekê, hikûmet jinan hedef digire da ku îradeya civakê bişkîne. Polîtîkayên şerê taybet piralî ne. Ji aliyekî ve, nifşên ciwan ji ber zêdebûna madeyên hişberê qels dibin, lê ji aliyê din ve, ew neçar dimînin ku serî li sîxuriyê bidin, şebekeyên fihûşê têne organîzekirin û jin bi zorê ber bi torên fuhûşê ve tên kişandin. Şebekeyên fihûşê yên ku li Cîzîr, Silopî û Colemêrgê dubare derketine holê, mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Tevî hebûna delîl û şahidan jî, ev avahî têne parastin û doz têne girtin. Ev yek armanca şerê taybet nîşan dide ku bi rêya laşên jinan civakê bindest bike."

Em polîtîkayên bêcezatiyê eşkere dikin

Gulîzar Îpek da zanîn ku ew ji bo pêşî li polîtîkayên bêcezahiştinê bigirin jî li berxwe didin û wiha got:"Wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), em pêşiyê rê didin xurtkirina hêza rêxistinkirî ya jinan a li dijî şîdeta mêr-dewletê. Xebata me li dijî şîdet, tecawiz, komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinan ne tenê bi şopandina dozên dadgehê ve sînordar e; ew di heman demê de xwe dispêre têkoşînek berfirehtir ku armanc dike civakê veguherîne û azadiya jinan civakî bike. Berî her tiştî, em dozên jinên ku hatine kuştin bêbersiv nahêlin. Bi rêxistinkirina hevgirtina jinan li dadgehan, kolanan û meydanan, em hewl didin ku pêşî li parastina sûcdaran bigirin. Bi vî rengî, em polîtîkayên bêcezatiyê eşkere dikin û ji bo mafê jiyanê yê jinan ji bo edaletê têdikoşin. Di heman demê de, em bi berdewamî hewl didin ku şîdeta li dijî jinan bi carekê û her û her bi dawî bikin. TJA ne tenê di bûyerên taybetî de, lê her roj li tax, kolan, gund û meydanan heye."

Peyman bûn hedef

Gulîzar Îpek bal biser peymanên ku jinan diparêzin û wiha bi dawî kir:"Peymana Stenbolê û Qanûna Hejmara 6284'an di pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinan, parastina jinên ku tundî li wan tên kirin û cezakirina sûcdaran de xwedî girîngiyeke mezin in. Ev peyman li ser dewletan ferz dikin ku 'jinan biparêzin'; ango, divê mafê jiyanê yê jinan bê garantîkirin. Lêbelê, li şûna ku hikûmeta Tirkiyeyê vê erka xwe bicîh bîne, li şûna wê peyman hedef girtiye. Peymana Stenbolê jinan ne tenê di nav malbatê de lê di hemî waran de wekî takekes nas dike û desthilatdariya mêr-dewletê sînordar dike. Ger ev peyman bihata bicîhanîn, gelek jinên tundî li wan hatine kirin dê îro sax bûna. Mînak, Fatma Altinmakas nehat parastin ji ber ku îfadeya wê li qereqola polîsan nehatibû girtin. Lê dîsa jî, ger bendên Peymana Stenbolê di meriyetê de bûna, dê dewletê wergêrek peyda bikira û ew biparasta. Em ê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' jiyanê biparêzin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.