Hevdîtinên bi gel re didomin
Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 02:50
Di çarçoveya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo de li Şirnex û Mêrdîn 'Civînên Civaka Demokratîk' hatin lidarxistin. Li Mêrdînê jî li navçeya Şemrex, Dêrik, Mehsertê, Stewrê, Nisêbîn û Midyadê hevdîtinên gel hatin lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tekildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel da destpêkirin. Di çerçoveya civînan de li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê û Mêrdînê civînên gel a Aştî û Civaka Demokratîk hatin lidarxistin.
Civîn li parqa Botaşê ya taxa Nûr a navçeya Cizîrê hat lidarxistin. Di civînê de pankarta, “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” hat daliqandin. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser pêvajoyê nivîs hat xwendin. Di nivîsa hat xwendin de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dev jî ziman, erdnîgarî û nasnameya gelê Kurd bernedaye û girîngiya rêxistinbûyinê bi lêv kiriye û gotiyê divê dewlet pêşiya sazîbûyinê vebike û mafê gelê Kurd nas bike.
Li Mêrdînê jî li navçeya Şemrex, Dêrik, Mehsertê, Stewrê, Nisêbîn û Midyadê hevdîtinên gel hatin lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN