Wê jin di 31'ê Gulanê de bimeşin

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:15

Fatma Ablay a TJA’yî ji bo meşa ku dê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” bê lidarxistin got: “Em ê ji bo gavên dê ji bo civaka demokratîk bên avêtin jî dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 31’ê Gulanê de tev li meşê bibin.”  

Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 31’ê Gulanê de li Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşeke mezin li dar bixin. Meş, dê ji Parka Jiyanê ya Şemse Allak a li navçeya Bajarê Nû dest pê bike û heta Qada Şêx Seîd bidome. Meş dê saet di 16.00’ê de dest pê bike û ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tev li bibin. 

Jin azad nebe civak azad nabe

Fatma Ablay a TJA’yî diyar kir ku wan di konferans û civînan de biryara mezinkirina têkoşînê dane. Fatma Ablay, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe civak azad nabe” bi bîr xist û got: “Yek ji biryarên konferansa me jî meşên xurt bûn. Her wiha ji bo avakirina civaka demokratîk jî plansaziyek derketibû holê. Meşa me jî di çarçoveya vê plansaziyê de ye.” 

Banga tevlibûna meşê

Fatma Ablay, destnîşan kir ku şer û pevçûn herî zêde bandorê li jinan dikin û got: “Di meşê de em ê gotina jinan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî bi dengekî bilind biqîrin. Her wiha em ê daxwaza vegera li Peymana Stenbolê û destkeftiyên jinan bikin. Ji bo parastina rûmeta mirovan û azadiya gelan jî em ê biqîrin. Em ê ji bo gavên dê ji bo civaka demokratîk bên avêtin jî dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 31’ê Gulanê de tev li meşê bibin. ” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.