Jiyaneke aram û bi sihet

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 3 Çile 2021 - 23:25

Me salake tijî têkoşîn, êş û nexweşî li dû xwe hişt. Sala 2020'an ji her aliyî ve saleke dagirtî bû. Ji destpêka salê ve şewba kujer ango vîrûsa Koronayê bû rojeva sereke ya cîhanê hemûyî. Vîrûsa Korona a ku li Çînê derket holê, rê li ber mirina bêhtirî milyonek mirovî vekir. Li gel vê yekê, metirsî û belavbûna vîrûsê ya di nava civakan de jiyan serûbinî hev kir û tevizand. 

Weke gelek pêvajoyan, pergala modernîteya kapîtalîst ev şewb jî ji bo xwe weke nîmetekê bi kar anî da ku ji her aliyî ve civakan kontrol bike. Bêgûman yên ku herî zêde vê pêvajoyê tesîr li wan kir, deverên ku derfetê jiyanê lê kêm bûn. Bi taybetî jî vê şewbê tesîr kir li jiyana mirovên ku ji ber şer neçar bûbûn ji cîh û warên xwe koç bikin. Ev rewşa kambax hîna jî dewam dike û ji bo jiyana mirovan tehlûkeyeke mezin e.

Sala 2020'an ji bo jinan jî saleke gelekî dijwar bû. Jinan di nava vê salê de têkoşîneke pirralî meşand. Di pêvajoya pandemiyê de li gelemperiya cîhanê şideta li dijî jinê, bi taybetî jî şideta navmalê, di asteke metirsîdar de zêde bû. Me tevahiya salê ev yek dît di telefonkirina li xetên alîkariyê de yên ji bo jinên mêr şidetê li wan dikin.

Li gorî daneyên sazî û rêxistinên jinan, di dema vîrûsa Koronayê de li Libnanê şideta nava malê ji sedî 100 zêde bûye. Li Kolombiya ev rêje ji sedî 142 ye. Li Meksîkayê di navbera mehên Adar û Gulanê de ku karantîna lê bû, 2 hezar û 338 jin bûne mexdûrê şideta mêr. Bi heman rengî  êrişên cinsî jî di asta metirsîdar de zêde bûn. Bi taybetî jî li hemberî zarokên keç. Li Kolombiyayê di nava 2 mehên karantînayê de mêran dest avêt 2 hezar û 338 zarokên keç ku temenên wan di bin 14 salan de bû. Bêgûman rastî ji van hejmaran gelekî zêdetir e.

Li Kurdistanê rewş hîn dijwartir bû. Gelê Kurd û jinên Kurd li aliyekê têkoşîna li dijî vîrûsa korona, li aliyê din jî li dijî vîrûsa Erdogan têkoşiyan. Şidet, destdirêjiya li dijî jin û zarokan ji her salê zêdetir bû. Jinan tevî qedexeyan hemûyan jî li kuçe û kolanan berxwedana xwe bê navber meşand.

Bi taybetî piştî şewba vîrûsa Covîd-19 li Tirkiyeyê belav bû, bêhtir qada siyasetê li siyasetmedaran teng bû. Di nava salê de gelek endam û aktîvîstên KCD, Aktivîstên TJA, hevserok û rêveberên HDP'ê hatin girtin. Herî dawî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 22 sal û sê meh ceza hat birrîn û di 21’ê Kanûnê de ew hate girtin. Lê rêxistinên Kurdan û rêxistinên jinan meydan vala nehiştin û têkoşîna xwe dewam kirin.

Jinan bi biryardariyeke mezin di sala 2021´an de jî peyamên pirr zelal dan dewleta mêr û wan bi yek dengî got; "Ji bo ku sala 2021’ê bibe sala pergala azadiya jinê, em ê li dijî her cûreyê êrişan têkoşînê geş bikin. Em ê bi têkoşînê nehêlin ku sala 2021’ê bibe saleke ku her roj hejmara jinên tên kuştin, bê eşkerekirin". Bi hêviya ku ev sal bibe sala jiyaneke aram û bi sihet, ser sala we pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.