Hevserokatî destkeftiyeke bi bandor e

Duşem 10 Adar 2025 - 16:50

  • Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen a bal bir ser modela hevserokatiyê wiha got:” Hevserokatî destkeftiyeke bi bandor e.”

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen derbarê girîngiya pergala hevserokatiyê û rola jinan a di nava civakê de axivî. 

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku di şoreşa jinan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin gihaştiye asteke bilind.

Hevserokatî destkeftiyeke bi bandor e

Mizgîn Hesen da zanîn ku destkeftiyeke herî bibandor ji bo jinan sîstema hevserokatiyê ye, ev sîstem dihêle ku temsîla jinan di milê îdarî, siyasî, dîplomasî û çandî de xurt be. Di têkoşîna di nava şoreşa jinan de jinan karîbû xwe bigihînin astekê ku sîstema xwe bidin avakirin û sîstemeke xweser ji bo xwe nîqaş bikin. Di gelek astan de jin xweser xwe bi rêxistin bikin, wekî Meclisa Edaleta Jinan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Koordînasyona Jinan. “

Xalên girêdayî jinan heye 

Mizgîn Hesen bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya ku niha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê bicihanîn û diyar kir ku di hevpeymanê de gelek xalên girêdayî jinan hene, li kêleka hevserokatiyê temsîla jinan a ji sedî 50 heye.

Hevserokatî demokrasiyê çêdike

Mizgîn Hesen di dewamiya axaftina xwe de behsa bandora sîstema hevserokatiyê kir û da xuyakirin ku sîstema hevserokatiyê rê dide ku nîqaş li ser biryarê bê kirin û wiha dom kir: “Jin esasê edalet û wekheviyê ne, ji ber vê yekê dema ku biryarek were dayîn û nêrîna jinan tê de hebe, em dikarin bibêjin ew biryar bi rêjeyeke gelekî zêde dê rast be.”

Rêveberiya Xweser biryara rast e 

Mizgîn Hesen da zanîn ku pergala Rêveberiya Xweser di asta birêvebirina jinan û gelan de di cîhanê de nû ye û çareseriya pirsgirêkên heyî ye. Di warê rêveberiyê de, Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê biryara herî rast e û dê ji bo jinan jî bibe rêbaza çareseriyê.

Ger mafê jinan neyê parastin

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen diyar kir ku ji bo Sûriyeyê heke mafê gelan û jinan neyên naskirin, dê pergala heyî ya li Şamê nekare bi ser bikeve.  ANHA/QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.