Jinên Efganî: Em teslîm nabin
Duşem 6 Çile 2025 - 02:10
Talîbana ku li Efganistanê rêveberiya welat desteser kir, hewl dide jiyanê li wan bike dojeh.
Jinên Efganî yên li dijî qedexeyên Talîbanê nerazîbûnên xwe anîn ziman wiha gotin: “Em diyar dikin ku em ê li kolanan xwepêşandanên xwe bidomînin û tevî hemû zextan jî em teslîm nabin.”
Beriya çend rojan, serokê Talîbanê fermanek da û xwest pencereyên malan werin biçûkkirin yan jî girtin. Bi vê biryarê hedef dike ku jinan di malê de bi temamî hepis bike û nikaribin derve bibînin. Piştî vê biryarê gelek jinan, bi riya medyaya dîjîtal bertekên xwe anîn ziman.
Jinên bertek nîşanî biryarên Talîbanê dan gotin ew ê serî netewînin.
Naziyye Safa yek ji jinên xwepêşander ji Kabulê ye têkildarî biryarên Molla Heybetullah ev tişt got: “Tirsa hikumeta Talîbanê ji jinên şiyar normal e. Ji ber ku ger jin şiyar bin, tu hêz nikare wan rawestîne. Ji ber vê Talîban, her roj bi biryarên pêkenok hewl dide me bitepesîne.”
Ji parêzgeha Laghman parêzvana mafên jinan Şekriye Şahvelî wiha got: “Em jin di bin zexta Talîban, cîhadîst, DAIŞ, Mola, El Qaîde û hêzên din ên terorîst de dijîn û rêveberiya wan gelek baş dizanin. Ew her dem navê Îslamê xirab bi kar tînin û hewl didin polîtîkayên xwe bidin meşandin. Bi taybetî jinan bitepisînin. Em diyar dikin ku em ê li kolanan xwepêşandanên xwe bidomînin û tevî hemû zextan jî em teslîm nabin. Ji bo azadiya xwe bi dest bixin em ê gavên bi biryar û saxlem bavêjin.”
NÛJINHA/EFGANÎSTAN