Di 25´ê Mijdarê de Jin jiyan azadî

Nûçeyên Forum

Şemî 26 Mijdar 2022 - 01:37

YAŞAR EROGLU

 

 

Îsal 25ê mijdarê di bin geşiya têkoşîn û berxedana jinên Îranê û bi taybetî jinên rojhilatê Kurdistanê de derbas dibe. 

Roja 25´ê Mijdarê ji wan rojan e ku jinên cîhanê li dijî şideta li dijî jinan têkoşîna xwe xurt dikin û hêza xwe ya rêxistinî, polîtîk, muxalif û xwebûnî, nîşan didin. Jixwe, mentiqê, weke Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan binavkirina wê, derketina wê li dijî şidet û zexta li dijî jinan e.

Bi fermana serokkomarê Komara Domînîkê, Rafael Trjîllo di sala 1960´î de sê xwişkên ji malbata Mîrabal hatin qetilkirin. Xwîşkên ji malbata  Mîrabal têkoşer bûn, li dijî pergalê têdikoşiyan. Ji aliyê leşkerên Rafael Trjîllo ve bi êşkence û tecawizê hatin qetilkirin. Ji bo bibîranîna vê rojê, Neteweyên Yekbûyî (NY) ev roj weke Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan qebûl kir.

Li cîhanê û Kurdistanê hemûyî, jin êdî li dijî her şidet, neheqî û nêrparêziyê, dengê xwe bilind dikin. Jinên Kurdistanê bi taybetî ji derketina holê ya Tevgera Azadiyê ve bûn xwedî hêz, bûn pêşengê têkoşînê. . 

Îsal 25´ê Mijdarê di bin geşiya têkoşîn û berxedana jinên Îranê û bi taybetî jinên rojhilatê Kurdistanê de derbas dibe. Ev yek merhelaya ku jinên Kurdistanê û Îranê hatinê nîşanî cîhanê dide. Helbet ji aliyê têkoşîna jinan ve kêfxweşiyeke mezin e. Dirûşma Jin Jiyan Azadî bûye dengê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Ev yek jî pêşengtî û rola jinên Kurd a di vê şoreşê de radixe ber çavan. 

25´ê Mijdarê, jin dîsa bi rengê xwe û dirûşmên xwe li meydanan bûn. Li dijî şidetê, tecawizan, êşkence û neheqiyên li ser jinan, jinên cîhanê hemû têkoşiyan.

Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî û saziyên jinan, gelek êşkence li jinan hat kirin, şideta fizîkî, destdirêjî, zextên dewletê û mêran, kuştinên li ser navê qaşo namûsê û gelek cureyên pêkûtiyên din li dijî wan hene. Jin tên girtin, zarokên wan ji destên wan tên girtin, di nava şer û pevçûnan de dimînin û li wan ferz dibe ku koçber bibin. Ev statîstîk gişt nişan didin ku têkoşîna jinan li dijî şidet û neheqiyan ka çi qasî mafdar û rewa ye. 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.