Polês li dadgehê li jinan da
Çarşem 15 Hezîran 2022 - 07:38
Rêxistinên Jinan li dijî êrişa li Dadgeha Silêmanî ya li dijî jinan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûna xwe nîşan da. Rêxistinan got; “Divê hikumet bi fermî daxwaza lêborînê bike.”
Komeke aktivîstên jin û nûnerên Rêxistinên Jinan, li ber deriyê avahiya Dadgeha Silêmaniyê, êrişa doh a li nav avahiya Dadgehê ya li dijî jinan, bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir.
Li ser navê rêxistinan Hawjîn Zîba daxuyanî xwend û got; “Em bang li rêxistinên jinan, jinên azadîxwaz, civaka sivîl, rojnamevan, karker, hizb û aliyên siyasî dikin, li hemberî bêrêziya hemberî rûmeta jinan xwedî helwêst bin. Divê berpirsên Hikûmeta Herêmê bi fermî daxwaza lêborînê ji jinên herêmê bikin.”
Hawjîn Zîba wejkî din got, “Divê kesên li bajarên Iraqê bi 3 jinan re dizewicin jî werin cezakirin. Ji ber ku beşek ji berpirsên Herêmê jî li bajarên din ên Iraqê zewaca 2-3 jinî dikin. Pirraniya berpirsan jî bi jinên ciwan heta zarok re dizewicin.”
Pêr di avahiya Dadgeha Silêmaniyê de, polêsên di nava Dadgehê de êrişî komeke jinan kiribû û li wan da bû. Piştî ku dîmenên êrişê li ser torên civakî belav bûn, nerazîbûneke mezin li pey xwe anî.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, Qubat Talabanî bi daxuyaniyekê ragihand ku polêsên şidet bi kar anîne, kirine nezaretê û ew ê werin cezakirin.
Doh jî Desteya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser bûyera nav Dadgeha Silêmaniyê lêkolîn hatiye destpêkirin. Piştî lêkolînê wê encam ji raya giştî re were ragihandin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ