Çalakiyên 25'ê Mijdarê dewam dikin
În 15 Mijdar 2024 - 02:35
- Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyên jinan ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Jin bi çalakiyên curbecur li qadan ji bo mezinkirina rêxistinbûyina xwe û ji bo bidawîbûna tundiya li ser jinan dengê xwe bilind dikin.
Wekî her salê îsal jî jin li Kurdistanê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li qadan çalakiyên xwe didomînin. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê jin dîsa daketin qadan bi daxuyanî, semîner û hatina gel hev a bi jinan re peyama bidawîkirina tundiya li ser jinan û mezinkirina têkoşîna jinan a hevpar dan.
Berxwedana jinan wê bidome
Polîtîkayên Jinê yên Şaredariyên DEM Partiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hemleya salane ya li dijî tundiya li ser jinê da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tundiya li ser jinê ne tenê siyasî ye, di heman demê de bîrdozî ye" û hat destnîşankirin ku berxwedana jinan wê bidome.
Meclisa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, bi armanca aşkerakirina çalakî û çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li Qesra Cemîlpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek da. Li qadê pankarta "Soza me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" hat daliqandin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, hevşaredarên bajar û navçeyan û rêveberên beşên jin beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr metna danezanê beşa kurdî û beşa tirkî jî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk xwend.
Li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeyên Gêl û Hezroyê bi jinan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axaftin hatin kirin û li ser çareseriyê nîqaş hatin kirin.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Jinan a Rosa de li Gêl û gundê Kufercin ên navçeya Hezroyê civîneke jinan hat lidarxistin. Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê de jin hatin cem hev û li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn.
Li gundê Rojîn Kabaiş hatin cem hev
Jin destpêkê li Kufercîna gundê Rojîn Kabaiş hatin cem hev. Li vir Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, aktîvîstên TJA’yê, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axivîn. Piştre li pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin.
Li Gêlê jin kom bûn
Li Navçeya Baxşîler a navçeya Gêlê komxebatên têkoşîna li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinê hatin lidarxistin. Endamên TJA'yê, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî û gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Sultan Yaray û Bêrîvan Bahçecî der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de axaftin kirin.
Semînera li ser tundiyê hat dayin
Di semînerên li gelek kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, mijara tundiya li ser jinan û makenîzmaya têkbirina wê bi rêya hevgirtina jinan, hat nîqaşkirin.
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê semînerek da.
Semîner li hola Mişwar a başûrê bajarê Reqayê hat dayîn. Tê de endamên meclis û komînan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclisa Idliba Kesk û şênî beşdar bûn.
Di semînerê de 2 mijarên sereke, mijara têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û rewşa jinên tundî lê hatiye kirin hatin nîqaşkirin. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab semîner bi rê ve bir.
Kerem Şihab diyar kir ku di civaka xwezayî de dayika xwedawend bi cesaret civak di hemû aliyên wê de, bi rê ve dibir.
Kerem Şihab destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ne tenê ya fîzîkî ye û got: "Cureyên tundiyê wiha ne; tundiya fîzîkî, hestiyarî, cinsî, derûnî, aborî, ruhî, çandî, gotinên nebaş, tenduridtî û paşguhkirin."
Hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen destnîşan kir ku hişmendiya baviksalarî di hemû qadan de jinan paşguh û înkar dikin.
Nesrîn Hesen destkeftiyên jinan ên di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de silav kir û bang bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidawîkirina tundiyê kir.
Li Minbicê civîn hat lidarxistin
Li bajarê Minbicê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civînek li dar xist. Di civînê de bal li ser metirsiyên ji ber tundiyê û bandorên wê hat kişandin.
Civîn li avahiya Gerînendetiya Gumrikê ya bajêr bi beşdariya endamên gerînendetiyê, meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di civînê de rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Neqşiye Xelîl tundiya li ser jinan pênase kir û dîroka 25’ê Mijdarê şîrove kir.
Neqşiye Xelîl sûcên li herêmên dagirkirî li dijî jinan ji hêla dewleta tirk û komên wê tên kirin, şerrmezar kirin.
Her wiha rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen Mela diyar kir ku ev civîn ji bo bilindkirina asta zanebûna civakê der barê xeteriyên tundiyê û bandorên wê li ser jiyana civakî û malbatî de tên lidarxistin.
Panela diyalogê hat lidarxistin
Kongra Star a bajarokê Ehdasê yê kantona Efrîn û Şehbayê paneleke diyalogê der barê heman mijarê de li dar xist.
Di serî de endama Kongra Star Hemîde Mihemed destnîşan kir ku pêwist e civak di aliyê têkoşîna li dijî tundiyê de were hişyarkirin.
Piştre beşdaran teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê bi rêya vekirina perwerdeyan, da.
Di dawiya panelê de peyamên her du şehîdan Rojger Hêlîn û Asye Elî ku di 23'yê Cotmehê de, li Enqereyê çalakiyeke fedayî pêk aniye, hatin xwendin.
NAVENDA NÛÇEYAN