Divê jin li dijî tundiyê têbikoşin
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:20
Ji fermandarên YPJ’ê Emîre Mihemed têkildarî 25’ê Mijdarê wiha got:” Em jî îro dibêjin divê hemû jin li hember tundiyê têbikoşin û li dijî zilm û îxanetê bisekinin."
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Tundiya li dijî Jinan yek ji fermandarên YPJ’ê ya Meclisa Kantona Firatê Emîre Mihemed axivî.
Divê jin li dijî tundiyê têbikoşin
Emîre Mihemed bal kişand têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û got: "Gelek jin di civakê de hene tundî û çewisandin li wan dibe. Lê belê bi israr û îradeya xwe dikarîbûn li hember van pirsgirêkan bisekinin. Em Jîna Emînî jî bibîr tînin ya ku adat û teqalîdên kevnare qebûl nekirin û ya ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî ‘ ve hat girêdan. Em jî îro dibêjin divê hemû jin li hember tundiyê têbikoşin û li dijî zilm û îxanetê bisekinin."
Jinan bi YPJ’ê sînorên tirsê şikandin
Di dewamiya axaftina xwe de Emîre Mihemed ev yek vegot: "Weke jineke Ereb min dikarîbû li hember tundiyê bisekinim û tevlî refên YPJ’ê bibim. Ez ê paşguhkirin an jî tundiya li dijî jinekê qebûl nekim. Hemû jin xwedî dîrokeke kûr in û divê baş vê yekê zanibin. Jinan bi beşdarbûna YPJ’ê sînorên tirsê."
Jinan xwe ispat kirine
Di dawiya axaftina xwe de Emîre Mihemed ev peyam da jinan: " Niha jinan xwe di hemû warên jiyanê de isbat kiriye. Weke YPJ em amade ne parastina welat bikin û hemû herêmên rizgarkirî azad bikin."
NUJINHA / REQA