Jinan xwe radestî mêr nekirin
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:22
- Endama KJAR'ê Rûken Nexede li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî da zanîn têkoşîna jinan dewam dike û got:” Di dîrokê de heta niha jinan ne bi ruh ne jî bi fikir xwe radestî wê zihniyetê nekirine û bi derketina Rêber Apo re êdî jinan şekl û rengekî din girtin û vegeriyan ser koka xwe ya rastîn.”
Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî axivî.
Em berxwedana jinan pîroz dikin
Rûken Nexede di destpêkê de ev nirxandin kir:”Îro ku em di sedsala 21’ê de ne, jin bi awayekî berfireh çalakiyan dikin, tên cem hev, rêxistineke giştî ya jinan ava bûye, li ser konfederalîzma jinan gotûbêjan dikin, li ser rêxistinkirina leşkerî ya jinan gotûbêjan dikin, li ser zanistê xwe rêxistin dikin. Êdî jin di sedsala 21’ê de gihîştine asteke wisa ku em dikarin bi serbilindî bibêjin em berxwedana jinan, serhildana jinan û têkoşîna jinan pîroz dikin. Bi derketina Tevgera Apoyî re avabûna tevgera jinên şoreşger, artêşbûna jinan, zanista jinan ev hemû destkeftî û xwedîderketina li li 25’ê Mijdarê ye.”
Jinan xwe radestî mêr nekirin
Rûken Nexede da zanîn jinan li berxwe dane û serî netewandine û wiha got:”Di dîrokê de heta niha jinan ne bi ruh ne jî bi fikir xwe radestî wê zihniyetê nekirine û bi derketina Rêber Apo re êdî jinan şekl û rengekî din girtin û vegeriyan ser koka xwe ya rastîn ka çawa dikarin li hember wê zihniyetê şer bikin, têkoşînê bikin û di heman demê de xwe rêxistin bikin û jiyaneke azad û bi wate ava bikin. Tevgera jinên Apoyî bi vî rengî xwe rêxistin kiriye û berdewam dike. Rêber Apo sedsala 21’ê wek sedsala wekheviya zayendan û sedsala şoreşa jinan û lûtkebûna pênase kiribû.”
Rêber Apo kesayetiya azad ava kir
Rûken Nexede wiha bal bir ser kesayeta azad a mêr û jinan û wiha pê de çû:”Rêber Apo kesayetiya jin û mêrê azad wisa ava kir ku em dikarin pênaseya wê di kesayetiya Heval Asya û Heval Rojger de, di çalakiya wan a fedayî de bibînin. Çalakiyeke ew qas mezin û xweşik e ku mirov nizane çawa pesnê wê bide, pir profesyonel, bi aheng, bi govenda azadiyê, bi dîsîplîn û evîneke mezin çûn nav dilê dijmin û çalakî kirin.”
Şoreşa Jin Jiyan Azadî
Rûken Nexede da zanîn bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî guhertin çêbûye û wiha dewam kir:”Bi şoreşa Jin Jiyan Azadiyê jinan ew îrade û hêza gel dît ku hatibû windakirin û di heman demê de lêpirsîneke bû ji bo jin û mêran, mifteyek bû ji bo pirsên ez kî me, ez çawa dijîm, ez ji bo çi û li ku derê dijîm, serdestî çi ye, tundûtijî çi ye. Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê her kes xiste nav lêkolînê. Malbat ketin nav pirs û lêkolînê ka wateya malbatê çi ye, kokên wê ji ku derê tên, xizmeta çi dike, rola jinan di nav jiyanê de çi ye, keç û kur rolek wan a çawa heye, xwendekarek bi heman şêweyî dipirse ka min çawa xwend, ez çi hîn bûm, tiştê ku ez hîn bûme ji bo xizmetkirina jiyanê ye yan ez wek karmendekî baş perwerde dibim ji bo xizmetkirina sîstemê.
Wê azadiyê qezenc bike
Felsefeya Rêber Apo li ku derê be li wê derê guherîn çêdibe. Rejîma Îranê êdî bê çare maye, henaseyên xwe yên dawîn dikişîne, rêbazek nemaye bi kar neaniye, qeyranek heye, zextek li ser civakê heye, li ser jin û ciwanan heye, bi qalibekî hişk li ser navê dîn zextê li ser civakê dimeşîne, lê êdî gel rûyê rastîn ê wê dewletê dît û bê tirs helwesta xwe datîne û têkoşîna xwe dike, dizanin ku dê şehîd bikevin lê têkoşîna xwe dikin û bê helwest namînin û xwe feda dikin ku şoreş bi ser bikeve û azadî qezenc bike."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN