‘Çareserî felsefeya Ocalan e’
În 4 Tîrmeh 2025 - 03:15
ZEYNEP DÛRGUT / MA
Rûken Nexede ya KJAR'î ku got jinên li Îranê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xwe ji bo têkoşîna azadiyê amade dikin, got ku ji ber ku ew Îraneke azad û demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin, ew ji aliyê rejîmê ve tên hedefgirtin.
Her çiqas zext û binpêkirina mafên jinan ên sîstematîk li Îranê kûrtir dibin jî, jin bi daxwazên xwe yên ji bo azadiyê berxwedaneke mezin nîşan didin. Her çend rejîm hewl dide ku daxwazên rêxistinî û civakî yên jinan bi darê zorê bitepisîne jî, tevgerên jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna ji bo civakeke demokratîk xurt dikin. Ji aliyê din ve, şerê ku di navbera Îsraîl û Îranê de di 13'ê Hezîranê de dest pê kir, di demeke kurt de bi agirbesteke bi dawî bû. Vê rewşê hawîrdoreke krîzê ya tevlihev afirand ku bandoreke kûr hem li gelê Îranê û hem jî li jiyana jinan kir. Endama Lijneya Rêveber a Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede, li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê, zexta navxweyî ya rejîmê û têkoşîna jinan axivî.
Nefreta kûr a ji bo rejîmê
Rûken Nexedeyê diyar kir ku şer rasterast zirarê dide jiyana mirovan û hin ji wan bi tundî li dijî van mercan bûne. Rûkene Nexedeyê got: "Zilmên rejîmê yên wekî îşkence, xizanî, darvekirin, kuştina kolber û qaçaxçiyan, di mirovan de nefreteke kûr çêkiriye. Dema ku em behsa bandorên vî şerî dikin, divê em hemî aliyên ku gel pê re rû bi rû maye li ber çavan bigirin. Gel demeke dirêj e di şer de ye û bi taybetî bi wêraniyeke giran a aborî re rû bi rû ye. Îro, ev wêranî hîn kûrtir bûye."
Jina azad, Îrana demokratîk
Rûken Nexedeyê got: "Gel ji bo avakirina hêza xwe ya biryardanê hewlên mezin dide. Dema ku dewlet peyama 'em hîn jî bihêz in, em têk neçûne' dide, ew hewl dide ku bi zêdekirina zexta navxweyî gel bitirsîne. Derdora ku herî zêde ji hêla van peyaman ve tê hedefgirtin tevgerên kurd in." Rûken Nexedeyê bi bîr xist ku PJAK 21 sal in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo civakeke demokratîk têdikoşe, lê dewlet ji îradeya gel a bi serokatiya PJAK'ê ditirse û bi her awayî hewl dide ku vê îradeyê bitepisîne. Rûken Nexedeyê got ku KJAR jî 21 sal in nûnera jin û civakê ye û ew ji hêla rejîmê ve tê hedefgirtin ji ber ku ew jinên azad û Îraneke demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin.
‘Li dora ramana azad bicivin’
Rûken Nexedeyê diyar kir ku divê her kes bêyî ku wê paşguh bike li kêleka pergala ku jinan ava kiriye raweste û got: "Çareseriya rastîn fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Her kesê ku li dora ramana azad bicive dikare serkeftinê bi dest bixe. Wêrekî, îrade û şehrezayiya jinan dê civakê bi pêş ve bibe. Şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' şoreşa hemû jiyanê ye. Jin rastiya xwe dibînin, hemû mirovahî rastiya xwe dibîne. Her jinek ku xwe birêxistin dike pêşenga civakeke demokratîk e. Jin hêza çareseriyê ne, li hember parçebûn, tenêtî, xizanî û krîzan. Çareseriya rastîn di fikir û felsefeya Rêber Apo de ye, her kesê ku li dora ramana azad bicive dê serkeftinê bi dest bixe."