Em alîgirên xeta sêyemîn in
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:20
Endama koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya têkildarî şerê Îsraîl û Îranê got: “Encax di îsrarkirina xeta sêyemîn de, civak û bi taybetî jin dikarin jiyana azad û demokratîk misoger bikin.”
Endama koordînasyona Komelên Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya têkildarî êrîşên Îsraîl û Îranê ku 12 rojan berdewam kirin û geşedanên li herêmê tê jiyîn nirxandin kir.
Denîz Derya bal kişand ser armanca bi êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê û wiha got: “Bi êrîşên 13’ê Hezîranê yên Îsraîlê li ser Îranê hatine pêşxistin, armanc ew bû ku yan wê Îran teslîmiyetê qebûl bike yan jî wê biguhere. Yanî Îran di pozîsyonek wisa de ye ku şer bike jî neke jî êdî mecbûr e were guhertin. Lewre projeya ji bo Îranê hatiye diyarkirin ew e ku rêveberiya wî were guhertin, hêza gel bigrin gel xwe û rêveberiyeke ku di aliyê wan de hatiye amadekirin bînin ser desthilatdariyê. Bi vî awayî bikaribin polîtîkayên xwe yên teslîmgirtin û rêvebirinê bi encam bikin. Yanî di encama vî şerî de dîzaynkirina Îraneke nû tê plankirin û esasgirtin."
Denîz Derya da zanîn ku wê ev alozî her biçe zêdetir û kurtir bibe û got: “Ev aloziya heyî tenê bi vî şerî nikare were destgirtin. Ji ber ku aloziyeke herî mezin beriya vî şerî di nava Îranê bi xwe de heye û tê jiyîn. Lewre alozî û şerê herî mezin di nava Îranê bi xwe de ye. Bi polîtîkayên xizaniyê, gel muhtacê xwe kirin û bi her awayî di bişaftinê re derbas kirin da ku nikaribe serî li hemberî rejîmê rake. Ev yek jî dihêle ku di exlaqê civakê de lewazî were çêbibe.”
Denîz Derya destnîşan kir ku jin xwedî hêza guherîn û veguherînê ne û got: “Her wiha yek ji tirsa Îranê ya herî mezin jî li hemberî jinan e. Îran bi her awayî êrîş û zextê li ser jinan didomîne. Ji ber ku pir baş dizane jin hêza guhertin û veguhertinê ne. Dizane ku ew potansiyel bi jinan re heye ku rejîmê biguherînin û bi rêve bibin. Eger di wir de evqas zext û êrîş li ser jinan hebe divê em bizanibin ku potansiyeleke gelek xurt a jinan di guhertin û veguhertinê de heye.”
Denîz Derya bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û ev tişt got: “Bi giştî di pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de, Rêber Apo bi awayekî zelal diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn di meriyetê de ye û kîjan hêz xwe neguherîne û demokratîk nebe, wê rûbirûyê gelek xeteriyan were û nikaribe bigihîje serkeftinê. Vê yekê ji bo hemû hêzên Rojhilata Navîn û herêmê anî ziman. Lewre ev careke din dide diyarkirin ku kîjan hêz xwe demokratîk neke wê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne. Hêzên netew dewletê nikarin ji bo krîzên ku di asta civakî de tên jiyîn bibin hêza çareseriyê lewre siyaseta demokratîk şert e.
Denîz Derya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tenê riya ku di Rojihilata Navîn de, dikare azadî û demokrasiye bi xwere bîne, pêkanîna neteweya demokratîk e. Em di dawiyê de dibêjin ku em ne alîgirên şerê Îsraîlê, ne jî alîgirên şerê Îranê ne, em alîgirên xeta sêyemîn in. Encax di îsrarkirina xeta sêyemîn de, civak û bi taybetî jin dikarin jiyana azad û demokratîk misoger bikin.”
NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN