Têkoşîna mafê jinan azadî ye

Çarşem 20 Mijdar 2024 - 03:00

  • Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim da zanîn ku têkoşîna mafên jinan têkoşîna ji bo edalet, azadî û wekheviyê ye û got:"Jinan bi salan ji bo vê yekê têkoşiyan. Ji bo mafê hilbijartinê, mafê dengdanê bi salan têkoşiyan. Jin ji bo beşên din karibe li her cihî bin têkoşiyan, berdêlên mezin dan."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim beşdarî 'Bernameya Taybet' a televîzyona Medya Haberê bû û tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîna li dijî tecrîdê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nirxand.

Têkoşîna mafê jinan azadî ye

Ayten Dersim anî ziman ku tecrîd li ser îdeolojî, felsefe û fikrê Rêber Apo tê ferzkirin û got, "Weke tevgera jinê em tevgereke Rêbertî ne; xwe bi felsefe, îdeolojî û perspektîfên Rebertî xwedî dikin. Bandorê li me û jinên din jî dike. Em bala xwe bidinê; di pêngava Rêbertî de jin hem li qada civakî hem jî li qada rêxistinê hem jî bi şexsî li dora Rêbertî li hev kom bûn. Ew di felsefeya Rêbertî de xwe dibînin. Li ser sedema şer, tundî, qirkirin, kuştin û destavêtina li jinê ya li tevahiya cîhanê jî Ayten Dersim got, "Ji ber ku li cîhanê di nava tevgerên jinan de liv û tevgereke cidî heye. Biçûk an jî mezin, hewl tê dayin ku sîstema konfederal a jinê bê avakirin. Mînak, di 8'ê Adarê de em vê dibînin. Di serhildana li dijî tundiya li jinê de em vê dibînin. Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê de em vê dibînin. Em vê yekê bi piralî dibînin. Modernîteya Kapîtalîst ji xwe li ser qirkirina civakê ava bûye. Ya ku ew bi navê azadiyê pêşkêşî jinan dike, gelekî metirsîdar e. Ya ku pêşkêşî jinan dike derfetê firotina bedena jinê ye. Têkoşîna mafên jinan têkoşîna ji bo edalet, azadî û wekheviyê ye. Jinan bi salan ji bo vê yekê têkoşiyan. Ji bo mafê hilbijartinê, mafê dengdanê bi salan têkoşiyan. Jin ji bo beşên din karibe li her cihî bin têkoşiyan, berdêlên mezin dan"

Em xwe ji xwezayê qut nekin

Ayten Dersim ragihand ku çanda demokrasiyê tê wê wateyê ku gel bi îrade û fikrê xwe sîstema xwe ya rêveberiyê ava bike û got, "Ji ber vê yekê divê mejiyê mêr û hişmendiya dîrokê rast bê pênasekirin û mirov nekevin xefika wan. Li Ewropayê, li hemû parzemînên welatên Rojava li dijî jinan tundiyeke gelekî zêde tê kirin. Xwebûn fikir û hişmendî ye. Birêxistinkirina wê ye. Divê bi rêxistinê jî hêza parastinê bê avakirin. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn înkar û îdeolojiya lîberal hîn zirav dike û şerê paradîgmayî dimeşîne. Eger jin rêxistiniya xwe ava neke li hemberî sîstema kapîtalîst nikare hebûna xwe dewam bike. Divê xwe mehkûmî ti paşverûtî û tundiyê nekin. Divê jin di nava her şert û mercî de xwe biparêzin, mekanîzmaya xwe ya parastinê ava bikin û xurt bikin. Em xwe ji xwezayê qut nekin, nêrîna ekolojîk xweza ye. Ya ku me diafirîne û dike ku bi rengekî azad bifikire xweza ye, em bi xwezayê hene."

Têkoşîna bi felsefeyekê dimeşe

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku li hemû welatan tundî li jinan tê kirin û got, "Li Îranê polîtîkaya darvekirinê heye. Pêncî sal in têkoşîna me bi felsefeyekê dimeşe. Cihê ku ev yek herî zêde civakî bû Rojhilatê Kurdistanê, Îran e. Cîhan hemû bi zimanê Kurdî meşiya. Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' meşiya. Ev yek şoreşek e. Her ku mêr dest rakir, em wî destî radestî wî bikin û bi xweparastinê bersivê bidin. Em ji mêr re bibêjin, 'Ez ne ya te me, ez ya xwe me, ez ê bi hebûna xwe hebim'. Eger jin jiyana xwe bi temamî veneguherînin têkoşînê wê li her derê her roj tundî lê bê kirin. Înkar tundî ye, tinehesibandin tundî ye, nenaskirina îradeyê tundî ye. Di asteke girîng de me ev yek ji holê rakir. 

Hîn jî aqlê mêr dixwaze xwe li her derê ferz bike. Divê li Kurdistanê tundiya li jinê nebe. Kurd bi têkoşîna azadiyê ya pêncî salî zane bûn û bûn ên xwe. Rêbertî timî got, 'Eger li deverekê jin tê qetilkirin, zanibe ku ew tu ye'. Hest û hişmendiya jinê ev e. "

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.